Hevrîn El-Xelef: Komxebat gaveke dîrokî û encama têkoşîna salan bû.Bi rêya vê komxebatê me peyama xwe ragihand ku em tevahiya cureyên serdestî û zordesteyê red dikin û aştîxwaz in.
RUBA EL-ELÎ / ANHA/ REQA
Rêkxistin û nûnerên jinên Ereb 1´ê Îlonê bi dirûşmeya ‘Bibin yek biserkevin em ê li ber xwe bidin da ku xwe biparêzin’ komxebata yekemîn a rûspiyên êlên Ereb li Keleha Ceber a dîrokî li herêma Tebqayê li dar xist.
Bi sedan jinên ji herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê tevlî komxebatê bûn. Di komxebatê de gelek axaftin hatin kirin. Sekretera giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyê Hevrîn El-Xelef der barê komxebata jinên êlan de peyivî. Hevrîn El-Xelef destnîşan kir ku komxebata jinên êlan careke din hevgirtina jinan isbat kir û got: “Komxebat gaveke dîrokî ye û encama têkoşîna di dirêjiya dîrokê de ye. Bi rêya komxebatê me peyama xwe ragihand ku em tevahiya cureyên zordesteyê red dikin û aştîxwaz in.” Hevrîn di dewama axaftina xwe de behsa komxebatê û mijarên di komxebatê de hatin nîqaşkirin, kir û got; ”Lidarketina komxebateke wiha li herêma Firatê ji bo me û ji bo tevahiya jinan bûyereke dîrokî ye. Ev komxebat li ser asta Sûriyê bi taybet û Rojhilata Navîn bi giştî ya yekemîn e. Em bi vê gavê serbilind in û em dikarin bêjin, ev kombûna girseyî ji hêla jinan ve delîl e ku jin dikare ji paş maskeya ku li ser wê di dirêjahiya salan de hatibû ferzkirin derkeve.
Xwe li serkeftina jinan ranagrin
Komxebat di demekê de pêk hat ku dewleta Tirk gefxwarina xwe ya dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiribû. Jinan helwesta xwe ya li dijî dagirkeran jî bi awakî vekirî diyar kirin. Di komxebatê de jinan gotinên xwe gotin û vebirrî gotin, wê bi hevgirtin û yekrêzî li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Jin çawa li hember çeteyên DAIŞ´ê sekinîn û zordestî red kirin wê rê nedin dagirkeriya dewleta Tirk jî. Erdogan hewl dide serdema osmaniyan careke din vejîne.
Li ser asta beşdaran û girîngiya komxebatê jî Hevrîn El-Xelef ev nirxandin kir, ”Rola jinê di civakê de sînordar bû. Ji ber ku di bin bandora zihniyeta mêrdestiyê de bû, jinan nikarî nêrîna xwe diyar bikira. Ji ber ku civak xwedî taybetmendiya êlî ye. Bi rêya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi tevlibûna jinê di rizgarkirina herêman de ji DAIŞ`ê êdî jin bû xwedî rolek çalak. Berxwedan û dengê jinê gihaşt tevahiya cîhanê. Ew jî rê li pêşiya tevahiya jinan vekir da ku rolên xwe bilîzin û cihê xwe di tevahiya warên jiyanê de bigirin.”
Jinan gelek êş kişandin
Hevrîn El-Xelef di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinan di nava civakê de û got: ”Jinê ne tenê ji destê kevneşopiya civakê zehmetî dikişand, heman demê de ji aliyê hişmendiya dewleta desthilatdar ve jî rola jinê dihat paşguhkirin. Her wiha di pêvajoyên berê yên dewleta Sûriyê de me dît ku çawa rola jinê di meclis û saziyan de hat paşguhkirin û di cihên girtina biryaran de ji qîmeta wê kêm dikir. Lê piştî rizgarkirina herêman bi zendên jinên leheng û şehîdên jin pêwîst bûye ku tevahiya jinên herêmê bi erkên xwe rabin û tiştên ku li ser tevahiya astan jê têne xwestin pêk bînin. Di vê çarçoveyê de komxebata me xwedî roleke girîng e, û barê me jina giran dike. Lazime em têkoşîna xwe xurt bikin û li xwe xwedî derkevin.”