Konseya Rêvebe a KNK’ê, KONGRA GEL û PKK’ê 1. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê pîroz kirin.  

Konseya Rêveber a Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 1. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera şoreşê li tevahiya gelê Kurd pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de gelê Kurd bi gaveke şoreşgerî qedera xwe hilgirtiye destê xwe û hat diyarkirin ku, ji destpêka rûdanên li Sûriyeyê ve Kurdan rê nedane hem rejîm hem jî hêzên opozîsyonê Kurdistanê kontrol bikin û bikine meydana cenga xwe.
Konseya Rêveber a KNK’ê bal kişand ser êrîşên ji her çar aliyan ve li dijî deskevtiyên li Rojavayê Kurdistanê tên kirin ku destnîşan kir ku bi van êrîşan re tê xwestin, ahengiya navbera Kurdan ji holê bê rakirin û Kurdan di nava xwe de mijûl bikin.
KNK’ê da xuyakirin ku divê di salvegera yêkemîn ya avabûna sîstemê xweser a Rojavaya Kurdistanê de ew kêmasî û şaşiyên navxweyî neyêne dubare kirin û hemû rê û rêbazên di navbeyna Başûr û Rojavayê da bêne vekirin û piştevaniyeke gelek bi hêz û xurt digel xelkê me yê Rojavayê bête kirin.”
KNK’ê anî ziman ku ji bo parastina Rojavayê hemû Kurd û Kurdistanî divê destê xwe bidine hev û got, “Parastina Rojavaya Kurdistanê erkekî neteweyî û welatî ye. Divê li Rojavaya Kurdistanê, ji bo aştî, aramî û xweş,ya hemû Kurd û Kurdistanîyan sîstemekî azad, demokratîk, wekhev, dadyar, sosyal û sekular bi hev re bê ava kirin. Li Rojavaya Kurdistanê divê yek artêş, yek asayiş, yek mekanîzmayên îdarî û rêvebirî hebin. Di van waran da duserîtî têkbirina destkevta Rojavaya Kurdistanê ye û bi çu rengî nayê qebûl kirin.”

KONGRA GEL pîroz kir

Hevserokatiya KONGRA GEL bi daxuyaniyekê 1. salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li vê deskevtiya netewî derkevin û bi pêş ve bibin.
Di peyama Hevserokatiya KONGRA GEL de hat destnîşankirin ku, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, encama keda 20 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li vî beşî û her wiha tekoşîna çil salî ya tevgera azadiyê, berxwedaniya sedan sal a gelê Kurd û jinên azadîxwaz e.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li ser vî bingehî îro gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi feraseteke azad û demokratîk, xwe birêxistin dike û pergala xwe ava dike. Ji destpêka tekoşîna azadiyê heta roja me ya îro, bi hezaran keç û xortên ji Rojavayê Kurdistanê xwîna xwe ya pîroz xelatî xaka dayikê kirine. Ev bûye bingehek ku bi ronahiya rêya wan şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi serkeve û gelê me bibe xwedî statuyek azad û ber bi rêveberiyeke xweser ve biçe.”
KONGRA GEL di dawiya peyama xwe de berxwedaniya bi rûmet a gelê Kurd li Efrînê, Serêkaniyê, Tiltemir û seranserê Rojavayê Kurdistanê silav kir û soz da ku ewê  Şoreşa Rojavayê Kurdistan destek bikin û erkên ku bikevin li ser milên wan, bi bîryardariyeke xurt bi cîh bînîn.”

PKK: Ji şoreşê veger nîne

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)1. salvegera şoreşa Rojava pîroz kir bi kelecan û coşeke mezin silav kir. Di daxuyaniya PKK’ê de, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19’ê Tîrmehê weke “Gava yekemîn a rêxistinbûyîna cewherî û têgihiştina azadiyê ya gelan a Rojhilata Navîn” hat binavkirin û hat destnîşankirin ku hemû Kurdistanî û welatiyên Rojhilata Navîn ên bi rûmet û welatparêz, di vê rê de dimeşin.
Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê weha dewam kir: “Em weke Partiya Karkerên Kurdistan (PKK’ê diyar dikin, ku mîna li her parçeyên Kurdistanê, emê di her şert û mercî de şoreşa azadiyê ya li Rojavayê Kurdistanê biparêzin, li gel şoreşê bin, her şêweyên piştgiriyê bidin û amade ne her karên pêwîst ji bo wê bikin. Di serî de hevalên Şîlan û Xebat ên ji vê şoreşê re pêşengî kirin, em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û hevalên xwe yên şoreşger bi rêzdarî bibîr tînin û soza dilsoziya bi bîranîna wan didin. Dîsa, diyar dikin ku em êşa zarokên leheng ên gelê me şervanên YPG’ê û gelê me yê fedekar parve dikin û destnîşan dikin ku emê her tim li cem gelê xwe bin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN




Mexmûrê Şoreşa Rojava silav kir
Li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) di kesayeta kesên di tekoşîna azadiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe jidest dane hemû cangoriyên Kurdistanê hatin bi bîranîn û yekem salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê hate pîroz kirin. Di merasimê de endamê koordînasyona Meclîsa Gel Cîhan Eren, li ser girîngiya cangorî û şoreşa Rojava axaftin kirin. Eren di axaftinên xwe de wiha got: “Roja 19’ê Tîrmehê wê bibe rojek pir girîng di dîroka gelê Kurd de, bê guman ev serkeftina ku niha li Rojavayê Kurdistanê hatiye bi destxistin encama ked û xebatek dem dirêje ku ji destpêka salên 1980’an bi derbaz bûna Rêbertî û yekem komên gerîllayên Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve, bûye bingehek ji bo durist kirina şoreşê li Rojavayê Kurdistanê.” Piştî axaftin xilasbûn merasim bi duruşmên “ Şehîd namirin” , “ Bijî Serok Apo” bi dawî bûn. 

MEXMÛR




Şoreşa 19’ê Tîrmehê hate prozkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Konfederesyona Xwendekarên Welatparêz, bi munasebeta salvegera şoreşa 19᾿ê Tîrmehê şahiyek lidar xist.  Şahiyê li ber avahiya şaredariyê ya Kobanê destpê kir.  Di saet 16᾿an de ciwan hatin cem hev û lîska fotbola bi navê şoreşa 19᾿ê Tîrmehê hatin lidarxstin. Paşê ciwanan  bi meşelan heta ber navenda şaredariya meşiyan û careke din şahî lidar xist. Şahiyê bi govendan heta derengiya şevî dom kir. 

KOBANÊ