KCK: Tê dîtin ku bi kûrbûna azadî û demokrasiyê re, divê berxwedan jî kûr û berfireh be. Şoreşa Rojava xwe her dem spartiye gel û hêza xwe ya navxweyî, ji niha şûnde jî wisa bidome, şoreş wê bêhtir serketî be. Bi rasthatina salvegera 6´an a Şoreşa Rojava re gelek peyamên pîrozbayî hatin weşandin û şoreş weke modela şoreşa demokratîk ji bo tevahiya Rojhilata Navîn hat nirxandin. KCK´ê mezinbûna şoreşê weke sedem êrişkariya dijminên wê bi nav kir. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê salvegera 19’ê Tîrmehê, Şoreşa Rojava pîroz kir. KCK’ê di peyama xwe de got, “Ji ber mezinbûna şoreşê dijmin êrişkar bûye.” KCD´ê jî Şoreşa Rojava weke modela avaker a li seranserê Rojhilata Navîn ji bo pêla şoreşa nû ya azadî-demokratîk. KNK´ê jî di peyama xwe de got, Şoreşa Rojava bi sîstema xwe ya demokratîk serketî dewam dike. Têkildarî salvegera 6’emîn a Şoreşa Rojava Hevserokiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê bal kişand ser vî tiştî ku li Rojava hemû gel bi azadî bi hev re dijîn. Di daxuyaniyê de KCK’ê got, 19’ê Tîrmeha 2012’an ji bo gelên Kurdistan, Sûriye û Rojhilata Navîn serdemeke nû bi Şoreşa Rojava re dest pê kiriye û di vê yekê de wiha îşaret bi rola Abdullah Ocalan kir, “Rastiya gel û civakî ya ku Rêber Apo di 20 salan de ava kiriye, di havîna 2012’an de bûye şoreşa civakî. Şoreşa Rojava bi xeta xweseriya demokratîk û konfederalîzmê bûye modela azadî û demokrasiyê.” Tirkiye dijminê gelan e Hevserokataiya Konseya Serokatiya KCK´ê got, Şoreşa Rojava û ya Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk nîşan daye ku Tirkiye ne bi tenê li Bakurê Kurdistanê, dijminê hemû Kurdan û gelên Rojhilata Navîn e û wiha dewam kir: “Xeta azadiya jinê ya ya di Şoreşa Rojava de hemû cîhan xistiye nava heyecanê. Ji ber vê jî gelên cîhanê Şoreşa Rojava wekî şoreşa jinê pênase dikin. Bi feraseta şoreşa azadiya jinê, di dîroka azadî û demokrasiyê de rûpelekî nû hatiye vekirin. Ev tişt gelekî zelal e ku, ji ber mezinbûna şoreşê dijmin êrişkar bûye. Tê dîtin ku bi kûrbûna azadî û demokrasiyê re, divê berxwedan jî kûr û berfireh be. Şoreşa Rojava xwe her dem spartiye gel û hêza xwe ya navxweyî, ji niha şûnde jî wisa bidome, şoreş wê bêhtir serketî be.” Bû modela avaker Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî bi heman rasthatinê peyamek weşand û salvegera Şoreşa Rojava li gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz kir. KCD´ê diyar kir ku Şoreşa Rojava bi Kurdistan û Sûriyeyê re li seranserê Rojhilata Navîn bûye modela avakar û pêla şoreşa nû ya azadî-demokratîk bi xwe re derxistiye holê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên dagirker û paşverû yên herêmî şoreş weke gefekê li dijî xwe dîtine û çeteyên DAIŞ’ê bi ser şoreşê ve şandine. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Bi azadkirina Kobanê, Minbic, Reqa û bajarên din re di şexsê DAIŞ‘ê de li hemberî sîstema dagirker a herêmî serketin bi dest xistiye. Ji ber vê yekê ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ev şoreş bûye berxwedan û serketina hemû gelên herêmê û wijdanê hemû mirovahiyê.” KCD’ê destnîşan kir ku xwedîderketin, destekkirin û parastina Şoreşa Rojava tê wateya parastin û xwedîderketina li daxwaz û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn. Kobanê bû destaneke navneteweyî Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 6’an a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê peyamek weşand. KNK’ê got, Şoreşa Rojava dewam dike û diyar kir ku li gel vê yekê êrişên li dijî Rojava û bi giştî Bakurê Sûriyeyê, êrişên têkbirina sîstema xweser, heta niha jî dewam dikin. Desteya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin ku Şoreşa Rojava, bi fedakarî, bi qehremanî û bi xwîna pakrewanan bi pêş hatiye xistin û got, “Berxwedana bê hempa ya keç û xortên Kurd, li seranserê cîhanê deng veda. Bi taybetî berxwedan û parastina Kobanê, bû sembol û bû destaneke navneteweyî.” KNK’ê diyar kir ku Şoreşa Rojava ne tenê di warê parastin û lehengiyê de, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser û nêzîkatiya demokratîk a li hemû gel û baweriyan bûye mînak. Di dawiya daxuyaniyê de KNK’ê destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf, di şeşemîn salvegera xwe de jî bi serketî dewam dike. NAVENDA NÛÇEYAN