Ji ber ku şoreş, wekî kaxizeke tûrnûsol e... Di wan dewran de, her biryarek dibe wek azmûneke bizehmet. Wê demê, derfeta nermkirina şêwazan namîne, dek û derew bêbandor dimîne, ji bo însan û ji bo her beşa civakan, rengdayîn wek zarûret tê û xwe dide li ber derî...
Bi dek û derewan karkirin, pozîsyona xwe bi xurtbûna devkê xwe ve parastin ne minkûn e, wek bi şêwaza bezirganiyê îşen xwe bi rê ve birin êdî ji holê radibe. Her pozîsyon, her sekna însan safî dibin û her kes li gorî çîna xwe, li gorî exlaq û kesayetiya xwe teqez cihê xwe qewîn dike. Ji ber ku şoreş ne lîstek e. Xapandin, ne wekî demên din hêsan e. Êdî şêytanoktî pere nake. Bûqelemûntî, tu ji tiştekî re kêr nayê.
(Di vê merhalê de, wekî ku şûna gotinê hat, ez dikarim bêjim, tenê bela vê sedemê jî be, însan dikarê şoreşê hez bike û ji bo wê canfida be.)
Qeşmertî jî bi şoreşê ve "bilind" dibe. Ji ber kû veşartin, ango amûrên kamûflajê bêhêz dimînin. Canfidatî jî, tirsonektî jî, qeşmertî jî nayên veşartinê. Kes nikare rengê xwe, ji rengê xwe ya rastî cûda bide xuyandin. Her reng, bi ronahiya xwe dibiriqe. Her hêst, bêhna xwe rasterast dide der. Tu kes nikare ew bêhnê veşêre. Ew bêhn tevî hewaya şoreşê dibe û digihîje ezmanê, li wir tu bixwazî nexwazî digihîje her kesî. Her girşan û her karakter, wek ji dervayî îradeya însanan xwe dide nîşandan. însanên beredayî, êdî nikarin wekî demên din jiyana xwe birê ve bibin.
Şoreşa Kurdistanê jî, em dikarin bêjin wekî çend şoreşên din ya dîrokî, şoreşeke dîrokî, bi vê sedemê gelek dijwar û bizehmet e. Ji ber taybetmendiyên xwe ya bi vî rengî jî, hê şoreşeke wekî neynik e. Neynikeke wisa ku, xuyadankê wê gelek xurt, wekî objektifeke qamerayan, ku em dikarin bêjin ew objektîf digel pêşketina ev asta teknolojiyê jî, hê nehatiye afirandin, bi wê şiklî ye.
Di van rojên dawî ya ku rewşa şoreşa Kurdistanê roj bi roj bi dijwartiya xwe li ser aso ya Mezopotamya dibiriqe de, li rojnameyan, li qada hunerê, û di nav kesên ku wek rewşenbîr tên binav kirin de, alozî, nakokî, belawelabûn, berbibabûn, gindirîn wek têr û tijî tên jiyandin. Her kes li ser vê pire ya şoreşê ye, ew pire ku wek têleke por a zirav tûj û dijwarane ye.
Ez wek însaneke çavdêr dikarim bêjim, bila her kes cihê xwe, bi îrada xwe zelal bike. Heke hûn nekin, dê şoreş bixwe ew zelaliyê bike. Ew şoreş ku niha xwe di zikê dîroka Kurdistanê de bêhizûr dileqîne, dê ewê safî û zelal bike.
Şoreş û zelalî
Dewra şoreşê, dewra seleksiyona xwezayî bixwe ye. Bi taybetî jî ji bo rewşembir, hunermend û rojnamevanan... Di pêvajoya şoreşan de; rengê însan û civakan, şêwaza hunermend û rewşenbîran, sekna şair û wêjevanan, wek bi zelalî derdikevin holê, reş û sipî ji hev tên veqetandin, û her şêwaz, her exlaq û bilêvkirin, dê di rengê xwe ya xwezayî de diyar dibe û wisa tên xuyanê.