
Li Elmanya, Fransa, Swîsreyê kampanya ‘NA’ a ji bo referandûmê dest pê kir.
KLEVE: Li bajarê Kleve yê Elmanyayê, ji bo referandûma destûra bingehîn a 16’ê Nîsanê ‘Platforma NA’ hat avakirin. Zêdeyî 150 Kurdistanî û dostên wan li Kleve The Rîlano Hotelê li hev civiyan û platforma ‘NA, NEÎN, HAYIR’ a Kleveyê ava kirin. Di civînê de, ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir Parlamenterê berê yê HDP’ê Kemal Aktaş û endama Tevgera Jinên Êzidî Yildiz Aktaş axivîn. Piştî ku platform hat ragihandin, li bajarê Kleve û herêma derdorê, karê ji bo zêdekirina dengê ‘NA’ dest pê kir.
ESSEN: Li bajarê Essen ê Elmanyayê jî xebatên kampanya ‘NA’ dest pê kirin. Bi vê armancê civînek hat lidarxistin û parlamenterê berê yê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer lê axivî. Uçer bal kişand ser girîngiya xurtkirina kampanya ‘NA’ û got, “Li Kurdistanê AKP-dewlet zilmê li gel dike. Teroreke mezin dike. Hêzên dewletê yên li Farqîn, Sûr, Cizîr, Şirnex û Geverê teror kirin, niha heman komkujiyê li Nisêbînê dikin. Li dijî vê yekê divê em bi xurtî xwedî li Nisêbînê derkevin. Li dijî AKP-Erdogan ê bi zext û zordariyê hewl dide sîstema xwe ya dîktatorî ava bike, lazim e em bi xurtî karê referandûmê bimeşînin.”
WÎTEN: Li aliyê din, Meclîsa Jinê ya Bêrîvan Şengal a Essenê, stanta ‘NA’ li Wîtenê vekir. Jinan li vê derê li ser kampanya ‘NA’ belavok belav kirin û agahî dan. Her wiha bi zimanên Kurdî, Elmanî û Tirkî ‘NA’ nivîsandin. Meclîsê da xuyakirin, ku ew xebatên xwe yên agahdarkirinê, di rojên pêş de jî bidomîne.
WELS: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Wels ê Elmanyayê li hev civiyan, dest bi karê kampanya ‘NA’ ya ji bo referandûmê kirin.
Siyasetmedarê Kurd Denîz Dersîm li civînê axivî û diyar kir, tifaqa AKP û MHP’ê ku serkêşiyê ji bloka neteweperest, olperest û zayendîperest re dike, zerarê dide civaka Tirkiyeyê. Dersîm da zanîn, ev klîk hewl dide, destûreke bingehîn a ku berjewendiyên wan ên siyasî garantî dike, bide qebûlkirin.
ZURÎH: Bi nêzîkbûna referandûmê re platforma Na ya ku gelek plansaziyên aktivîteya Na dabûn pêşiya xwe li Swîsreyê giranî dan civînên gel. Gelek Kurdistanî û Tirikiyeyî beşdarî civînên li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hate lidarxistin bûn. Hevberdevkê HDK-Ewropayê Demîr Çelîk mafê axaftiê girt û got: “Êdî Kurd, Elewî, demokrat xwedî rêxistinên wan hene û wê ev rêxistinên wan di referandûma 16’ê Nîsanê de bêjin ‘NA’ û wê rê nedin li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diktatorî serî hildin.“ Çelîk bal kişand ser girîngiya dengên li Ewropa jî bên bikaranîn û wiha got: “Biçin dengê xwe bikar bînin û telefton bidin xizim û dostên xwe yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bila biçin ser sindoqan û denê ‘NA’ bikar bînin.” Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû.
Li seranserê Fransayê xebat
Li Paytext Parîs û bajarên Lorîent, Dreûx û Ceril ên Fransa di çarçoveya kampanya Platforma NA de civînên gel hatin lidarxistin.
LORİENT: Kurdistaniyên ku li salona Kervenceç a Lorîentê hatin gel hev û bang li hemû kesên ku parastina mafê mirovan dikin û demokrasiyê dixwazin ji bo ‘Li dijî dîktatoriyê, dengek bi hêztir’ biçin ser sindogan. Endamên platforma NA bibîr xistin ku ji bo dengdayînê di navbera 27’ê Adar û 9’ê Nîsanê de dengdayîna ji derveyî welat tê kirin. Her wiha platformê bang li Kurdistaniyan kir ku ji bo karên dengdayinê taloqî roja dawiyê. Li bajarê Lorîentê ji bo hilbijêr bikaribîn dengê xwe li Sefaretxaneya Nantesê bikarbînin ji bo ku di çûyin û hatinê de pirsgirêk neyên jiyîn komîsyon avakirin.
DREÛX: Li bajarê Dreûx li Navenda Çanda Elewiyan (AKM) civîna gel hat lidarxistin. Li ser navê Platforma NA Rojnameger Îrfan Dayîoglû, Nivîskar Nûray Bayindir û Nûrten Çakîcî weke axaftvan tevlî bûn. Civîna ku Rêvebertiya wê Nûray Bayîndîr dikir, li ser bi rêxistin kirina Platforma NA a Fransayê axaftinek kir. Îrfan Dayîoglû jî di derbarê xebatên Platformê de û têkildarî xalên destûra bingehîn agahî dan.
PARÎS: Li Parîsê Meclîsa Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê li hev civiya. Hevserokatiya CDK-F li bin sêwana CDK-F’ê, hemû NCKD, meclîsên jinan, meclîsên ciwanan, meclîsên çand û huner û saziyên oldaran eniya NA xurt dikin û ji bo diktatoriyê dibêjin ‘NA’.
NAVENDA NÛÇEYAN