Rastiyek heye ku baş li Bakûrê Kurdistanê hatiye pîvan "Şoreş ne ew e kûu şert û mercên heyî qebûl bike, lê tişta heyî û riziyayî red dike, û ji binî ve diguherîne, nirxên civakê ji dagirkirinê xelas dike û ji nû ve jîndar dike". Nexasim di rewşa gelê Kurd û Kûrdistanê de û niha jî di şexsê Bakurê Kurdistanê de piştî têkoşîna bêhempa ya 40 salan hatiye qonaxeke nû, qonaxekê ku AKP´ya ku nûnertiya zihniyeta înkar û tûnekirinê ya sed salan dike, hebûna gelê Kurd û îradeya wî qebûl nake, ne tenê qebûl nake, yên bixwazin mafê xwe birêvebirinê bi kar bînin, bi tank, top, meşînên zirîhpoş û dehan hezar serbazan şer li hemberî wan îlan kiriye.

Tişta herî xwezayî were kirin li hemberî vê hovîtiya delwetê, xweparastin e; bi hemû rêbazan xwe parastin e; hin çavdêr dibêjin, "KCK, HDP û Birêz Ocalan,  şansekî mezin in ji bo AKP´ê ku vê pirsê li ser maseya muzakerayan çareser bike, nexwe ji ber ku nifşê niha yê ciwanan ew qasî radîkal bûye ku wê piştî demekê li kesêkî guhdarî neke, dema serwext dibe ku di bin navê çareserî de tê xepadin". 

AKP şert û mercên li Rojhilata Navîn derketine holê dixwaze weke firsendekê bi kar bînê ji bo şerê li hemberî tevgera azadiyê, lê ev şert û merc her roj tê guhertin û şansê AKP nîne ku li Bakurê Kurdistanê carêke din bibe hêz. Ev şer tenê bajar, yan jî herêmek an jî tenê bajarok nîne lê êdî şerê AKP´ê li hemberî tevahiye Gelê Kurd e.

Hin rêxistin û partî ku bi tevahî bi AKP´ê re di nava hevkariyê de ne, nikarin ji vê rastiyê tiştekî biguherînin û AKP´ê ji vê krîzê xelas bikin, ji ber ku yê ku niha di krîzê de ye, AKP bi xwe ye.  

Ev şoreşa demokratîk ya gel ku bi  îlankirina xweseriyê dest pê kiriye, wê hemû maskeyan ji rûyê dewlet, rêvebir û hevkarên wan jî bike; êrişên Dewletê nîşana bêzariya AKP´ê ye, Gelê Kurd wê bibe pêşengê guhertina sîstema tevahiya Tirkiyeyê, di avakirina sîstemeke demokratîk, pirrengî û pirrçandî de li ser bingeha xweciyî û xweseriyê wê bi tevahiya Rojhilata Navîn de belav bibe. Îro yên dijberiya wê sîstemê dikin ew hêz û kes in ku timî bi sîstemeke mêhtinger û dagirker hegemonî û diktatoriya xwe li ser civakê birêve birine. Ewên ku dadikevin kolanan, yên meclîs û komînên xwe ava dikin jî ew kes in ku timî di têkoşîna 40 salan de berdêl dane, yên ji çîna hejar in. Êrîşên dewletê li dijî bajarên Kurdistanê dewlemend û feqîran nas nake, ji bo wê jî yên di qonaxa şoreşê de li hemberî şoreşê derdikevin yên ku naxwazin benên wan bi dewletê re qut bibin, ji ber ku timî berjewendiyên xwe di kêleka dewletê de dîtine, dewlet an bi bikaranîna ol, an jî bi aborî û di warê çandî de ew bêdeng kirine û kirine. Ji bo wê jî, di dema şoreşê de ew ên ku pişta xwe didin cografya xwe û diçin, heman beşên civakê ne. Wê şoreş vê beşê jî zelal bike. 

Şoreş wê hevkarên AKP´ê di nava Kurdan de jî zelal bike, niha yên herî zêde li hemberî xweserî antî-propagandayê dikin PDK û çavkaniyên wê ne ji ber ku bi îlankirina xweserî û şoreşa demokratîk ya gelê Kurd ya ku herî zêde dikeve nava tengasiyê ev xeta ku li ser bingeha netewperestiyê ye ku hevkariyê bi dagirkerên Kurdistanê re dike û di warê aborî de peywendiyên wan xurt in. Heya niha bi dehan zarokên Kurdan hatine qetilkirin, zarok di zikê diya xwe de tên kuştin, lê serokê rêxistina ola îslamiya Cîhanê ya sûnnî Elî Qeredaxî bêdeng e û peyveke bi tenê jî ji devê wî dernakeve, dema diaxive jî  Erdoganî diparêzê. Şoreş wê vê durûtiyê jî paqij bike.