
Dinya piştî bandora erdheja vîrûsa coronayê ev car bi dîmenên George Floydê reşik ku di bin çokê nijadperestekî spî de canê xwe da, hejiya. Helbet erdheja ku ji wê cînayetê pêk hat, vegeriya serhildanên girseyî û di dîroka Dewletên Yekbûyî de encamên şahane pêk anîn.
Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku ew dîmenên polîs û endamên ewlekariyê yên Emerîkî ku li ber serhildêran çok dabûn erdê, li ti deverên dinê û di ti tevger û şoreşên cîhanî de nehatine dîtin. Li welat û parzemînên din yên weke Asyayê hîna jî bi tank û topan diçin ser xwepêşandêran û li welatê ku di bin dagirkeriya Tirkan de ye çûk jî nikare bi mebesta xwenîşandanê serê xwe ji hêlîna xwe derxîne.
Li Kurdistanê jî dîrok gelek caran şahidî kiriye ku di dema xwepêşandanan de hêzên ewlekariyê yên Kurd bi dijwarî bi ser gel de çûne û gelek caran heta bi zarokên piçûk jî bûne armanca guleyên polîsan. Hîna dîmenên mamosteyên ku li Duhokê li rastî êrîşan hatibûn li ber çavên me ne. Bi daxwazeke hinde rewa û pîroz ku digotin bi mehan e me pare û mûçe negirtine û dixwestin derdê xwe ji raya giştî re eşkere bikin, lê hêzên ewlekariyê ku mixabin navê Kurdî li ser wan e, bêyî ku kêlîyek jî fersendê bidin wan ew didan ber daran.
Lewra ev bûyerên dawî yên li Emerîkayê ji her aliyê ve tijî ders û pend in.
Divêt bê zanîn ku Emerîka ne tenê Emerîkaya komeke dewlemend û sermayedaran e. Divê bê zanîn ku ew der ne tenê welatê yankîyan ango leşkerên ku bi mebesta dagirkirin û berfirehkirina hêzên împeryalîst welatên cûr bi cûr dagir dikirin e. Ew welatên ku di encama dagirkirin û komkujiyên dijwar yên li ser gelên niştecîh hate avakirin, di hundirê xwe de tim û tim cewhereke nerazîbûn û serhildêriyê jî xwedî kir. Ew kes û komên ku ji parzemînên cûr bi cûr berê xwe didan wê derê, helbet ne ji kêf û xweşiya xwe welatên xwe terk dikirin. Yên li welatê xwe di bin nîrên derebeg û axayan de dinaliyan û neçarê gepek nanî dibûn, bi hêviya jiyaneke bêtir ewle û têr xwe li wê derê digirtin. Di wê serdemê de lordên Ewrûpî li gel nan û keda mirovan her wisa hevparên jinên wan jî bûn. Di dîrokê de babeta ku weke ‘Mafê Lordî’ tê zanîn jî ew bû ku şeva yekem a zewacê lordî dikarîbû bûkê ji xwe re bibe û heta gelek caran dikarîbî şûnde jî venegerîne.
Li aliyê din keştiyên gewre û qirase yên ku ji parzemîna Efrîkayê ber bi Emerîkayê ve diçûn bi sedhezaran mirovên reş yên bende mîna heywanên hov li ser pişta hevdu îstifkirî ber bi Emerîkayê ve dibirin. Di encamê de neteweyek nû ya ji gelek welatan cihêreng hatî derdiket ser rûyê erdê. Elman, Fransî, Îrlandî, Brîtanî û gelekên din bi navê neteweya Emerîkî pêkdihatin û weke 52 dewletên yekbûyî mora xwe li dîrokê dixistin.
Heta salên nodî di lîteratûr û sîyaseta Kurdî de cihê Emerîkayê tim yek alî ye. Gava peyva Emerîka dihat bihîstin çewlikên koleyan, kehyayên dest bi qamçî yên li ser serê mirovan, komên Ku Klux Klan yên rû nepixandî ku diavêtin ser malên reşikan dikuştin dişewitan û talan dikirin. Ango ew hêza ku ji Latînyayê heta Asyayê welatan dagir dikirin û dibû sedemê kuştina milyonan dihat hiç û bîra me.
Ji ber ku bandora şoreşa sovyetîk li ser Kurdan bû Emerîka jî tim di wê pencereyê de didîtin. Dinya du alî û du serî bû. Aliyê baş Sovyet û pergala wê ya cîhanî bû. Ya xerab jî Emerîka û hevpeymanên wê bûn. Lê dîrokê îroniyeke wisa dianî pêşiya Kurdan ku kêm caran li rastê mirovî tê. Ew Emerîkaya xerab Kurdên Başûr ji destê Faşîstên Ereb û ji bin balafirên Mîg yên sovyetîk rizgar dikirin.
Bi awayekî giştî Sovyet weke mak û çavkaniya şoreşê dihat qebûlkirin, lê di rastiyê de şoreşa yekemîn a mirovahiyê ku bûye bingeh û bandora mezin li şoreşa Fransî jî kiriye şoreşa Emerîkayê ya di sedsala 18 an de pêk hatî ye.
Ew şoreş li dijî monarşîzm û arîstokrasiyê bû. Di encamê de komar dihatin damezirandin û guherînên civakî yên bingehîn jî pêk dihatin. Di warê demokrasî û heta bi mafên gel û neteweyan de jî Emerîka di encama gelek niqaşên dûrdirêj de gihiştibû rêgezên exlaqî.
Lewma gava mirov li Şoreşa George Floyd bi mirina xwe dayî destpêkirin dinêre, divêt mirov li serhildanên li dijî Îngilîzan binêre û berhemên Jeak London, Howard Fast, John Steînbek bi bîr bîne. Herwisa kesayetên weke Malkom X, Martîn Luter û Muhammed Alî jî ji bîr neke û mirov bizane ku Emerîka ne tenê alîyek e.