Endamê Komîteya Çand û Huner a Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê, Heso Îbrahîm, bal kişand ser serdema berî komkujiya Şengalê û piştî wê, û guhertinên di civaka Êzîdî de nirxandin. Îbrahîm got, “Firkên Ocalan di civaka Êzîdî de şoreş pêk anî” û got: “Keçên me yên ku berê nikaribûn derkevin derve, niha di çeperan de parastina xwe dikin.” Berê fikrên Ocalan di nav çivaka Êzîdî ya li Şengalê de belav bibin, û piştî, guhertinên li herêmê ji hêla Endamê Komîteya Çand û Huner a Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê, Heso Îbrahîm hat şîrovekirin. Îbrahîm got, ew ber bi îlankirina xweseriyê ve diçin û wiha axivî: “Piştî me fikrên Ocalan nas kir, ji huner heta siyasetê, di hemû waran de şoreş pêk hat.” Îbrahîm ê helbestvan û stranan jî hildiberîne, da zanîn ku wan bi Komîteyeke Çand û Huner a 4 kesan dest bi kar kiriye, îro veguherine saziyeke mezin, perwerdeya muzîk, şano, govend û defê didin zarokên Êzîdî. Îbrahîm piştrast kir ku wan heta niha perwerde daye 200 zarokan, zarokên perwerde bûyî, di salvegera komkujiya Şengalê, Çarşema Sor û di roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hunerê xwe pêşkêş dikin.
Îbrahîm destnîşan kir ku di muzîka Êzîdiyan de zêdetir mirin, ferman derdiketin pêş û wiha pê de çû: “Hin fêkî di biharê de, hin fêkî jî di payîzê de digihêjin, ya me jî tiştek wiha ye. Niha stranên me bûne stranên şoreşê. Wekî mînak ‘lêxin xwişkên mino lêxin, ji bîr nekin bila Rojava her dem di hişê we de be, ji bîr nekin û dijminê xwe hilweşînin’, ev naveroka stranên me yên nû ye.” Îbrahîm li ser dewlemendîya çand û hunera Êzîdiyan jî rawestiya û piştrast kir ku hunermendên Şengalê têgihîştî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi kesayetiya hunermendên xwe ferman heta roja îro anîne. Heke em mînakekê bidin; der barê Şengalê de bi dehan stranên folklorîk hatine gotin.”
SELAMÎ ASLAN/DÎHABER / ŞENGAL