Rojnamevan Carne Ross, piştî ku çû Rojavayê Kurdistanê bi navê Şoreşa herî femînîst ya dinyayê şahidî lê kirî, meqaleyek di malpera nûçe û hizran vice´ê de weşand. Ross di vê meqaleyê de balê dikişîne dewra jinan a di şerê li dijî DAIŞ´ê û veguherîna di nava civakê de, di peywenda Rojhilata Navîn de wê dinirxîne û digihîje wê encama ku ji gotara xwe re dike sernivîs.
Ew bi kurtî balê dikşîne ser elaqeya çapemeniyê ya li ser bereya şer, têkiliyên siyasî yên navneteweyî û şerê hêzên mezin; lê qet bala xwe nadin şoreşa ku li cihê cih diqewime. Ew vê nake û di nava şervanên jin de, hem li bereyê û hem li pişt bereyê dimîne, berê xwe dide jinên çalakger, siyasetvan û her wekî din ku di veguherîna civakî de bi dewra xwe radibin û digihîje vê encamê: “Ji bilî garantîkirina mafên wekheviyê yên bi temamî, armanca Şoreşa Rojava ew e ku tehekûm û hiyerarşiyê li her warê jiyanê ji holê rake, ji nû ve çarçoveya tekiliyên civakî di nava herkesî de bi teşe bike, bêyî ku li temen, etnîsîte yan jî cinsê wan binihêre, da ku xwe bigihîne civakeke bi ahenga ekolojîk û civakî.”
Ew dîsa jî îşaret pê dike ku îlhama şoreşê bi xwe bi awayekî îronîk ji jor ve hatiye, ango Ocalan bûye îlhama wê. Li gorî Carne Ross modela Rojava bi her halî ji bo welatên rojavayî jî lê nexasim jî dema mirov li hîvînemana ji ber demokrasiya temsîlî rê li ber vekirî bimîne; û îşaret bi alternatîfa wê dike: “Di vê demokrasiyê de ji bo dewletê hîç cihek jî nîne. Xelk xwe bi rê ve dibe, antîteza komunîzma dewletê ye”.
Nivîskar ev meqaleya xwe diyarî şervana YPJ´ê Viyan kiriye ku piştî ku wan hev nas kiriye, şehîd bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN