Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê, Konseya Rêveber a KNK’ê, Hevserokatiya KONGRA-GEL, Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi wesîleya 4. salvegera Şoreş Rojava daxuyaniyên nivîskî weşandin.
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava di daxuyaniyê de hat ragihandin, Şoreşa 19’e Tîrmehê ya li Kobanê destpê kir, di nava krîza kûr a li Rojhilata Navîn bi taybetî ya li SAûriyeyê de, rewşeke nû afirand û ji her alî ve şoreş pêk anî. Koordînasyonê diyar kir, vê şoreşê di heman demê de hişmendiyeke nû bi xwe re ava kir û hemû beşên civakê bi rêxistin kir. Koordînasyonê da zanîn, ev şoreş bû modela çareseriyê ji hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê re û destnîşan kir, ku berxwedana jinan bû pêşeng ji Şoreşa Rojava û Sûriyeyê re.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Bi navê Koordînasyona Giştî ya herê Kantonên Rojava, em salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê slav dikin û di avakirina Rêveberiya Xweser û Sîstema Fedaral a Rojava-Bakurê Sûriye de em ê ruhê şoreşa Rojava esas bigirin.”
‘Şoreş serketî dewam dike’
Konseya Rêveber a KNK’ê, di salvegera çaremîn de Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê pîroz kir. Di daxuyaniya KNK’ê ya li ser mijarê de bal hat kişandin ser dewamiya êrîşên li ser Rojava, êrîşên ji bo têkbirina sîstema xweser û hat gotin, “Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser kar in. Bi hemû tiwana xwe êrîşên xwe yên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadiyê, şerê têkbirina dagirkeriyê, bi qehremanî û bi dilsozî dewam e.”
‘Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin’
Hevserokatiya KONGRA-GEL bi munasebeta salvegera 4. a 19’ê Tîrmehê, Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî bi gotina, “Salvegera 4. a Şoreşa Azadiyê ya 19’ê Tîrmehê ya Gelên Rojava li Rêberê Şoreşê, Rêber Apo, li gelên Rojava û li hemû gelên Kurdistanê û mirovahiyê pîroz be! Şoreşa Rojava di heman demê e şoreşa jinê ye jî ji bo vê em li hemû jinan pîroz dikin” dest pê kir û wiha dewam kir: “Şoreşa Rojava bi azadkirina Minbicê wê têkeve sala xwe ya 5. û piştî vebûna korîdorên nav kantonan, wê li armanca stratejîk a paqijkirina herêmê ji DAIŞ’ê û avakirina Sûriyeya demokratîk asê bibe.”
KONGRA- GEL di dawiya daxuyaniya xwe e bang kir ku gelên dinyayê û raya giştî ya dinyayê xurttir xwedî li Şoreşa Rojava derbikeve.
HDP’ê Şoreşa Rojava pîroz kir
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi wesîleya 4. salvegera Şoreş Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP’ê da zanîn, tevî hemû ambargo, dorpêçî û êrîşan, gelên Rojava xwedî li vîna xwe derketin, ji bo modela jiyana bi hev re ya wekhev û demokratîk a li Sûriye û Rojhilata Navîn ava bikin, têkoşîn mezin kirin.
Di dawiya daxuyaniya HDP’ê de hat gotin, “Em salvegera çaremîn a Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê destpê kir û pêl bi pêl belav bû, ji dil silav dikin. Gelê Rojava bi tenê nîne û wê bi tenê neyên hiştin. Sekna bi biryar û têkoşîna di vî warî de; heta ku çeteyên DAIŞ, El Nûsra û yên mîna wan, her wiha destekdarên wan ji Rojava û Sûriyeyê bên derxistin, wê dewam bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN