GELAWÊJ EWRÎN
Di van rojên dawî de li Îranê gel, ji esnafan bigire heta karkeran, ji jinan bigire heta ciwanan bi awayekî dixwazin rejîma heyî were guhertin.
Şêwazê çalakî û protestoyan gelekî jî dewlemend in. Mirov pê dihese ku civakek xwedî ezmûne di pêşengiya ji şoreş û guhertinê re.
Di salên 1977-78’an ango yek du sal beriya şoreşa 1979’an jî etmosferek bi vî rengî hebû. Wê demê jî esnaf birêxistinkirî bûn, jinan cihê xwe di rêza herî pêş a serhildanên gel de digirtin. Lê gelek provakasyon û bûyerên reşkujiyê jî hebûn bêguman.
Hêzên derve dixwestin rejîmekê biguherînin û li şûna wê yek din daynin. Dema ava rejîmê bi hêzên derve re -Ji bo Şah bixînin, Ayetullah Xomeynî ji Fransa anîn- di cewekî de neçû, vê carê dest bi êrîşan kir ku mînaka wê jî bi destê Sedam 8 salan şer hat meşandin. Îro gel ji rewşa aborî giliyan dike. Ji qirêjbûna avê giliyan dike. Ji zext û zilma civakî giliyan dike. Ev daxwazên erênî û mijareke tê famkirin e. Lê belê di rewşa heyî de muxalefeta li Îranê ne birêxistinkirî ye. Gelekî belav e û zemîna wê ku hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin, zêde ye.
Di bin navê pêşxistina muxalefeta li dijî rejîmê de, gel raste rast dibe armanca êrîşên dijwar. Dema gel bi rêxistinkirî nebe, wê darbeyan bixwe, ji armanca xwe ya esasî derbikeve û ya herî girîng ji êrîşan re vekirî be û bê ku tiştekî bike, bedelên giran bide. Jixwe di navbera hikûmetê de jî li ser vê mijarê nakokiyên cidî hene. Aliyên muhafezekar ku hêza wan a artêşê heye, di wê baweriyê de ne ku bi tundî biçin ser gel û wisa bêdeng bikin. Ev helwestek gelekî hişk e, ya rast helwesteke ku xizmeta hêzên derve dike.
Ev helwest gel davêje pêsîra hêzên derve, vê bi zanebûn yan jî bi nezanî dike, nizanim lê rewşa heyî dişibe helwesta Serokkomarê berê Mehmûd Ehmedînijad ku xizmeta hêzên derve dikir. Li beramber wê meyla aliyên reformîst – Hesen Rûhanî- ku dixwaze bi rêka aboriyê gel bêdeng bikin, yan jî hinek tevîzên biçûk bidin hêzên derve. Ev meyl bi guhertinê re ye, lê guhertinê tenê wek mijarek aborî dibîne. Daxwazên gel tenê di çarçoveyek aborî de heps dike û dixwaze mijara herî esasî ango guhertina qanûna esasî bide aliyekî. Ji ber hêza reformîstan têra vê nake, li gor xwe rewşê nerm dikin, gotinên xemilî dibêjin.
Ji aliyê din ve li ser torên civakî muxalefeteke gelekî bi hêz çêbûye. Her çend ne birêxistinkirî jî be, lê ji bo guhertinê di nava hewldanekê de ye. Lê hêzên derve vê muxalefetê bikar tînin û heta ji armanca wan a esasî derdixînin. Ev rewşeke bi xeter e. Herî zêde hêza ku birêxistinkirî ye û dikare rolek pozîtîf ji bo guhertina Îranê bilîze, Kurd in. Hinek partiyên Kurdî di vê demê de dikevin xefika hêzên derve.
Wer difikrin ku bi wergirtina çend qurûş pere û hinek çekan wê bikarin li ser civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi bandor bin. Wer xuyaye ew civaka Îranî nas nakin, gel bi van nehatine xapandin û ji mijarê hayedar in. Bi taybet Partiya Demokrat a Îranê dixwaze wer nîşan bide ku li dijî rejîmê di nava liv û tevgerek leşkerî de ye û wê gel biparêze. Ev kirinek bi zanebûne. Dixwazin wisa ji raya giştî re nîşan bidin ku PJAK û KODAR li beramber Îranê şer nake û tenê ew îro di wê pozisyonê de ne.
Ez bawer nakim jî hêza wan a bi rastî bikarin şer bikin, hebe. Rewşa heyî tenê manevrayeke siyasî ye ji bo hebûna PJAK ê bê bandor bikin. Ev helwesta PDK-Î jî aliyeke û rengê wê yê provakasyonê heye, di cewherê wê de dijberiya li beramber PJAK û KODAR’ê jî heye. Di nexşerêya çareseriyê ya KODAR’ê de jî heye. Gel tenê dikare bi xwespartina hêza cewherî, guhertinê çêbike. Ya din ne tenê Kurd, divê destûr ji vê re neyê dayîn ku gelên Îranî ji hev dûr bikevin û parçe bibin.
Çareseriya Netewa Demokratîk pêşî li parçekirina gelan digire, çawa ku li Bakurê Sûriyê gel di bin sîwanekê de hatin gel hev dû. Li Îranê zemîna bihevrebûn û yekîtiya di navbera gelan de hîn xurtir e. Ger di rewşa heyî de Kurd nakokiyên xwe daynin aliyekê, di bin sîwana Netewa Demokratîk de werin gel hev, wê bikarin tevahiya gelên Îranî jî himbêz bikin. Di vir de bi gotin kes bi hêz an bê hêz nabe. Ya karî muxalefeta heyî ji provakasyonan dûr bixe, gel biparêze û rejîmê neçarî çareseriyê bike, ew bihêz e.
Ya herî esasî jî ya karî xwe ji bin siya hêzên derve derbixe, ew muxalefeta herî bihêz e û gel wê her tim li gel wan be. Îran ne bi hêzên hejmonîk tê guhertin, tirajediyên li Sûriyê û Iraqê hêj zindî ne. Ne jî bi manevrayên siyasî yên rejîmê. Divê êdî gelên Îranê bixwe dîroka xwe ya şoreşê binivîsin. Çawa ku helbestvan û nivîskarê şoreşger ê Îranê, Xusro Gulêsorxî dibêje: ’Ez ji bo hemû gelên Îranê têm bidarvekirin. Ez di dadgehê de gelê xwe diparêzim. Ev gel tekoşer e û ji kevneşopiya Mazdek, Mazyar û Babekan tê.
Kurd, Belûç û Azerî ji mafê xwe bêpar in. Ez ji bo wan têdikoş im!’ mamoste Ferzad Kemanger jî xwedî heman hestê bû û di oxira vê rastiyê de hat darvekirin. Dilê Ferzad di dilê hemû Îraniyan de lê dide, ji bo wê rewşa heyî napejirînin û li gel hemû zextan jî li kolanan in. Her Îraniyek divê bi hestên wan ê yekîtiyê ber bi şoreşê ve bimeşe. Azadî wê bi van hestan pêkan be, ruhê Ferzad û Xusro bingeha şoreşê ne. Derveyî wê karesatên mezin wê bixwe re bîne.