Çend sal berê, beriya Şoreşa Rojava, di wêneyekî  ku pê rast hatibûm de jineke Kurd a bi kincên herêm, li ser pê rawestiya bû û civîneke ku piranî mêr bûn, bi rê ve dibir. Paşê bi pêşketina Şoreşa Rojava re em rastî dîmenên pîrejinên me yên ku bi çek û rext parastina welat dikirin, hatin. Ew dîmenan bi serê xwe nîşaneya şoreşeke dîrokî bûn. Belkî dîmenên gerîlayên jin di nava salan de êdî bi me Kurdan re wek dîmenên normal dihatin, lê dîmenên têkoşerên jin ên li bajar û gundan, guhertin û pêşketina jiyana civakî ya ber bi azadiyê ve nîşan dide...

Ji xwe Tevgera Azadiyê ya Kurdî ev dora çel salî ye, şoreşeke bi rengê jinê bi pêş ve dibe. Şoreşa jinên Kurd a li serê çiyan êdî bi giştî jiyana civakî xistiye bin bandora xwe. Bayê şoreşa jinan zincîrên koletiyê, newekheviyê û paşverûtiyê dişkîne û bo tevahiya jinên cîhanê jî dibe hêviya azadiyê.

Çend meh berê, min çavdêriyên şandeke ku çûyîbû Rojava xwend. Endamekî şandê digot; li Rojava jinên Kurd her qadê jiyanê xwe bi rêxistinî kirine; meclîs û komûnan saz dikin û mirov dihere ku derê, rastî rêveber û pêşengên jin tê. Her wiha jinên Asûrî jî qasî jinên Kurd nebin jî, di nava heman hewldanê de ne. Lê rewşa jinên Ereb ne wisa ye. Hinek bixwazin xwe tevlî xebatên civakî bikin jî, hê jî xwe ji ber tirsê tevlî karên rêxistinî nakin û nawêrin derkevin kolanan. 

Jinên Ereb û yên xelkên din ên Rojhilata Navîn ji ber feraseta serdestiya mêrîtiyê û bi polîtîkayên dînî û nedemokratî di malê de wek kole û di jiyana civakî de bêrol hatine hiştin; ne bi nav, ne jî bi cismê xwe di nava jiyanê civakî de xuya nabin... 

Bi taybetî jî piştî berxwedana li Kobanê ya li dijî hovên nûjen DAÎŞ’ê, xelkên cîhanê gişt têkoşîna jinên Kurd nas kirin. Têkoşîna bi bîrdozê azadiyê ya jinên Kurd, tevahiya xelkên cîhanê heyirand. 

Têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdî bi rengê jinê û bi bîrdozê Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk hêviyê dide xelkên bindest; bi taybetî jî xelkên li Rojhilata Navîn. Slogana ‘jin, jiyan, azadî’ ne tenê bi gotinê, herwiha di pratîkê de jî tê pêşxistin. 

Belkî gencî û ciwanî dînamîzmê didin têkoşîn û jiyana xelkan, lê têkoşîna jinan bi giştî feraset û ruhê jiyana civakî diguherîne. Kalîteya jiyana civakî gorî tevlîbûna vîn û ruhê jinê xwe dide der û jiyan bi rengê jinê bikalîte dibe. Rejîmên li Rojhilata Navîn ji ber ku bêyî vîna jinê hatine sazkirin û di jiyana civakî de nav û cismê jinê xuya nabe; jiyan tim û tim hişk, bêreng, tundraw, bi şîdet, zuwa, bixwe bêbawer û aloz e...

Tevgera Azadiyê ya Kurdî bi bîrdoza azadiyê û têkoşîna xwe ya li her çar parçeyên Kurdistanê, ev zincîra ku bi hezaran sal e wek çarenûs li stûyên xelkan hatiye xistin, dişkîne û li herêmê deriyê azadî, wekhevî û jiyaneke adilane vedike. Azadiya Kurdan wê ji tevahiya xelkên Rojhilata Navîn re jî azadiyê bîne.Têkoşîna Kurdan ne bona desthilatdariyê ye, berovajî bo azadî û wekheviya civakî ye û ev yek xelkên din jî xistiye bin bandora xwe.

Jinên Kurd bi rêxistinîbûn û têkoşîna xwe tenê li dijî zihniyeta serdestiya mêrîtiyê û koletiyê bertekê nîşan nadin; li gel vê yekê, bi vîna xwe jiyanê diguherînin. Bi reng, ruh û vîna xwe jiyanê dixemîlînin û jinû ve ava dikin. Vê yekê bi bîrdoz û perspektîfa azadiyê pêş dixin; yanî di nava hewldana şoreşeke ku tevahiya mirovahiyê elaqedar dike de ne.

Ji ber vê yekê, belkî jî cara yekê ye 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî tam jî bi wateya xwe tê pîrozkirin. Li seranserê cîhanê jinên ku dadikevin kolanan Şoreşa Rojava a bi rengê jinên Kurd silav dikin...