Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Henîfe Huseyîn derbarê xebatên Yekîtiya Star de axivî. Henîfe  ev xebatana weke hemleyeke li hemberî tundiya li ser jinê tê maşandin binav kir û got: kar û xebatên me li dijî tundiya li ser jinê tê meşandin û her weha ya ku li ser civakê bi giştî hatiye meşandin bi şoreşa rojava re di naveroka xwe de weke serîhildanekê  ye‫.‬ Henîfe li ser salvegera roja tekoşîna navnetewî û ya li dijî tundiya li ser jinê bal kişand ser jinên ku di riya tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û van jinana weke jinên têkoşer li hemberî pergala desthilatdar ya tundîparêz bi nav kir.”

Tundî pergalek kevnare ye

Henîfe tundî weke amûrekî bingehîn yê pergala desthilatdar ku temenê xwe pênc hezar sale bi nav kir û weha berdewam kir: “Ev pergal, weke pergleke ku di destpêkê de bi fêlbaziyên zilamên şaman li hemberî pergala jin ya ku di civaka xwezayî de, di mezopotamya de, bi pîvanên jiyaneke wekhev û adil dihate meşandin de, xwe bi rêxistin kiriye û heya roja me ya îro ku zîrweya xwe di pergala modernîteya kapîtalîzmê de dide jiyan kirin berdewam kiriye‫.” ‬

Xebatên Yekîtiya Star hêja ne

Henîfe li ser xebatên Yekîtiya Star ku di rojavayê kurdistanê de ji bo rêxistinbûyîna jinan û pêşxistina wan di hêlê zanebûnê û tekoşînê de xebatan dide maşandin nirxandin kir. Henîfe got ku ew xwedî tecrûbeyeke dîrokîne û xwedî hêzeke ku di nava civaka xwe de xwedî bandorin û weha domand: “hêzeke me ya pêşengtî derketiye holê, di roja me ya îro de jî bandora Yekîtiya Star çi di civaka me ya rojava de be, çi jî di Sûriye de be, bi riya xebatên ku hatine meşandin, me xwe di asteke giring de daye naskirin û bi bandor kirin. Rêxistina me ya Yekîtiya Star, rêxistineke ku li ser esasê ku bikaribe pêşengtiya siyasî, fikrî, ya parastin, ya rêxistinî û ya tekoşînê jinan di rojava de hevbeş bike xwe bi riêk bû pêk kiriye û tekoşîna xwe jî li ser vî esasî dimeşîne‫.‬”

Pîlanên me ji bo Rojava hene

Henîfe da xwiya kirin ku heya niha pênc kongireyê xwe li dar xistine û di sala nûh de, di nava salekê de muhra xwe li gelek pêşketinan û serkeftinan xistine. Henîfe bal kişande ser pîlansaziyên wan yê ku hatine pêkanîn û got: “Pîlanên me yê sereke di sala derbasbûyî de ew bû ku ji bo em pêşî li tundiya ku di nava civakê de xwe bi rêbazên cûda pêktîne bigrin, em xwe di sê qadên esasî de bi awayeke bi pêşdetir xwe birêxistin bikin. Yek di aliyê rêxistinî de, yek di aliyê perwerdehî de û yek jî di aliyê çalakî de bûye‫.‬”

Jin li dijî DAIŞ´ê şer kirin

Henîfe qala qampanya ku di vê salê de destpêkiribûn kir û got: “Ev kampanya ku li ser şîara’ Bi jina azad ve ber bi netewa demokratîk ve ‘ û her weha bi şîara ‘Jin ji bo azadiya xwe û rêberê xwe li qadane’ hatibû destpêkirin. Weke tê zanîn welatê me ev sê sale di şer de ye, ev tê wetaya ku li ser gelê rojava şerek tê meşandin, ev şer li ser îradeya gelan, jinan û tevayî pêkhateyên li rojavayê kurdistanê ye. Ev êrîşa ku ji hêla rêxistina DAIŞ ve tê pêşxistin, li hemberî wê şer ên pir dijwar qewimîn. Di her sê kantonan de jî li hemberî êrîşên DAIŞ, jin bi awayeke aktîf tevlî şer bûne û bi sedan jin di nava refên YPJ’ê de bi berxwedaniyeke mezin şehîd bûne. Ev berxwedanî di kesayeta hevala Arîn Mîrkan de gihiştiye riheke fedayî‫.”‬

Armanc wekheviya jin û mêr e

Henîfe derbarê cîhgirtina jinan di nava pergala heyî de wiha got: “Di asta kantonan û ya bajaran de, meclisên jinan hatine ava kirin, di nav xwe de rêvebiriyên xwe diyar kirine, ev rêvebirî jî weke temsîla îradeya jinan him di nava makînazmeya biryarê yê rêvebiriya xweseriya demokratîk de bi qota % 40 ya cinsan, bi bêşxistina sistema hevserokatiyê di nava vî xebatê de cî girtine, him jî meclisên jinan yê xweser ku bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibin hatine ava kirin. Li pêşiya meclisên jinan projeyeke nûh jî hate pêşxistin, ev proje jî bi ermanca ku di tevayî gundan û taxan de tu jinek ji derveyî rêxistinê nemîne, avakirina komînên jinan bû ku heya astekê ev hatiye avakirin‫.”‬

ANHA/QAMIŞLO