Pirtûka ‘Şoreşa Rojava’ ku Kampanyaya Tatort Kurdistanê 2015’an bi Elmanî çap kir, bi çapa Farisî gihişt ber destê Îraniyênfarisîxwênên li Swêdê.
Ji nivîskarên pirtûkê, Ercan Ayboga got, di pirtûkê de Şoreşa Rojava ya ku 19’ê Hezîrana 2012’an dest pê kirî heye. Ayboga got, 2014’an bi rêxistinên civakî, nûner û aktîvîstên YPG-YPJ’ê re, bi gel re ropartaj kirine û pirtûk hazir kirine.
Ayboga got, destpêkê bûyerên li Rojava di ser medyayê re şopandiye, piştre biryar daye ku biçe Rojava û li wir lêkolînê xwe bike, diyar kir ku armanc ew bû ku bûyerên li wir bi rengekî bêalî, bi rengekî berbiçav ji bo gelên cîhanê ragihînin.
Ayboga got, Şoreşa Rojava pêşdarêzên hêzên navneteweyî şikandine.
Ayboga got, pirtûkê gelek nav daye û li 9 zimanan hatiye wergerandin: “Wê li 3-4 zimanê din jî were wergerandin. Di nav 2 mehan de wê çapa Tirkî jî derkeve. Armanca me ew e ku em şoreşê bi belge bikin. Li şûna nîqaşên giştî yên siyasî me hewl da vebêjin bê ka li Rojava çi dibe.”
Ayboga her wiha got, elaqeya ji pirtûkê re zêde ye, bi Elmanî çapa 4’an û bi Ingilîzî jî çapa 3’yan derketiye.
ANF / STOCKHOLM