Kolektîfa Dostên Şoreşa Kurdistanê li ser şoreşa Rojava pirtûka bi navê “Jiyana bê dewlet: Şoreşa li Kurdistanê” pirtûkek nivîsand.
Koma ku li Rûsyayê ji xwe re dibêje “Kolektîfa Dostên Şoreşa Kurdistanê” û bi karê xwe yê di vî warî de tê naskirin, li ser Şoreşa Rojava bi navê “Jiyana bê dewlet: Şoreşa li Kurdistanê” pirtûkek nivîsand.
Pirtûk ji gotarên Maksîm Lebskî, Dîmîtrî Petrov, Dîmîtrî Orest û gelek kesên li Rojava û Rûsyayê li ser şoreşê nivîsandine, pêk tê. Nivîskarên pirtûkê, bi gotar û pirtûkên xwe yên li ser Kurdistanê (bi taybetî Rojava), dîroka Tirkiye û Yekîtiya Sowyetan tên naskirin.
Di pirtûkê de ji bilî çavdêrî û gotarên li ser Rojava, hevdîtinên bi nûnerên li qadên aborî, jinê û siyasî yên Rojava re hatine kirin, cih digirin.
Pirtûka ku di destpêka meha Tîrmehê de li Rûsyayê hate çapkirin, tê payîn ku di demeke nêz de li zimanên Kurdî û Tirkî jî were wergerandin.
NAVENDA NÛÇEYAN