Li bajarê Padova yê Îtalyayê her sal ji aliyê dildarên Global Project, ‘Mîhrîcana Sherwood’  tê lidarxistin û mîhrîcan 40 rojan dewam dike. Îsal rojeva sereke ya mîhrîcanê Şoreşa Rojava ye. Her wiha endamên Global Project di rojên berxwedana Kobanê de li ser sînor tevli berxwedanê bûbûn û çûbûn serdana Kobanê. 


Li her deverê Rojava

Li qada mîhrîcanê de li hemû standan de wêneyên Rojava hene. Tê gotin ku dê hemû dahatên mîhrîcanê, ji kantonan re bên şandin. Li ser ekranên li qada mîhrîcanê dem bi dem dîmenên berxwedanê û dîmenên komunên li ser sînor tên nîşandin. 

Di çarçoveya mîhrîcanê de rojê bernameyên panel û nîqaşan tên lidarxistin û êvarê jî li konser û muzîkê tê guhdarîkirin. Doh êvarê li panela bi mijara ‘Şoreşa Rojava û Rojhilata Navîn’ de rola çapemeniya serdest a ku rastiyan berevajî dide nîşandan û rola çapemeniya azad ku der barê berxwedanê raya giştî agahdar dike, hatin nîqaşkirin. Di panelê de ya derket pêş ew e ku "li hemberî çeteyên ku Ewrûpayê tehdît dikin, bi tenê hêzek heye, ew jî Rojava ye û di kaosa Rojhilata Navîn de Şoreşa Rojava hêviyê dide gelan." 


 PADOVA