MURAT MANG / BIELEFELD


Salvegera destpêka Şoreşa Rojava li bajarê Elmanyayê Bielefeldê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Ciwaka Demokratik a Kurd (NCDK) Bielefeldê pêk hat. Di şahiyê de hevserokên navendê Zeynep Alpbogga û Nurî Koyun, berdevka PYD´ê ya herema Bielefeldê Lîsa Rojava, dayikên şehidan amade bûn.

Şahiyê ber êvarî dest pê kir û piştî rezgirtina ji bo pakrewanên Kurdistanê berdevkê PYD´ê, Îsa Rojava axivî. Rojava got, “em ji bo şoreşa Rojava deyndarê şehidên xwe ne.”

Îsa Rojava îşaret bi guhertina li Rojhiilata Navîn kir û got, “Rojhilata Navîn wek sîstema berê, êdî nabe. Lê, gele Kurd bi rebertîya Serok Apo vê şoressê pêk tîne. Li Kobanê dest pê kir li Rojava û tevahiya Rojhilata Navîn belav bû. Ji ber wê sedemê, Şoreşa Rojava dibe şoreşa gelan.”

Piştî Îsa Rojava, dayika şehîdan, Ciya Temûr ya ji Rojava wekî mêvan hatîbû Bilefeldê, axivî û got, “Rojava îro ne tenê ye. Divê gelê me yê li Ewrûpayê me tenê nehêle.”

Piştî axaftinan Koma Mêrdînê bi stranan xwe yên şoreşgerî derket ser dikê. Tevî muzîkê û gerandina gowendê, pirozbahiyê heta derengiya êvarê dewam kir.