Li Nisêbînê şahiya pîrozbahiyê Li Nisêbînê di hewşa Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî ji bo pîrozkirina salvegera şoreşa Rojava şahî hat lidarxistin. Parlamenter Nursel Aydogan, şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, rêvebirên BDP’î, nûnerên saziyên civakî û gelek kes tevli şahiyê bûn. Kesên tevli çalakiyê bûn bênavber dirûşmên wekî; ‘Bijî Rojava, Bijî YPG’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Şehîd namirin’ hatin berzkirin. Şaredar Ayşe Gokkan bertek nîşanî girtina deriyê sînor da û anî ziman ku tu kes nikare deriyê Bakûr û Rojava bigire û ger derî neyên vekirin dê gelê Bakur bê bertek nemînin. Parlamentera Amedê ya BDP’ê Nursel Aydogan bertek nîşanî reşkirina PYD û YPG’ê da û wiha got: “Em li vir bangî hikûmeta AKP’ê dikin. Şoreşa Rojava ji wan şoreşên ku hûn dizanin nîne. Ev şoreşa gel e, jin, zarok, hemû kes tevli şoreşê bûye. Tu hêz nikare vê şoreşa gel têk bibe. Divê AKP dev ji dijminahiya Kurdan berde.” Li ser navê Însiyatîfa Gel ya Nisêbînê komek ciwan bi meşaleyan hatin qadê.
ŞIRNEX/MÊRDÎN