Di ser şoreşa Rojava de 3 sal derbas bûn. Gelê Kurd û pêkhatiyên din di nava van 3 salan de ezmûneyek serkeftî ava kirin û bi hev re ev ezmûne parastin. Bi riya damezrandina Xweseriya Demokratîk û ragihandina 3 kantonan, Kurd, Ereb û Suryaniyan dikarîbûn xwe ji nava şerê navxweyî yê qirêj li Sûriyeye derbixin û heremên xwe biparêzin. Destkeftiya herî mezin û dîrokî avakirina heremên Xweseriyê, YPG û YPJ bû. Niha tevahiya cîhanî vê projeyê dişopîne û dibîne çawa ku li Rojhilata Navîn, di nava ewqas xwîn û kuştin de, tecrubeyek demokrat û bi hev re jiyînê, pêş dikeve. 

Heremên Xweseriya Demokratîk ji aliyê dewleta AKP'ê ve û hevkara wê hêza terorê DAIŞ rastî êrîşên mezin hatin. Ev şerê 4 salane ku AKP bê navber hewl dide van hereman têk bibe û kuştin û wêrankirina ku li Sûriyeye çêdibe, li wir jî belav bike. Lê gelên Rojava, bi saya berxwedan û lehengiya YPG û YPJ, dikarîbûn van hemû êrîşan vala derbixînin û xwe zêdetir bi rêxistin bikin.

Di van rojan de dewleta AKP'ê carek din dest bi hemleyek siyasî û diplomasî li dijî Rojava û YPG kiriye. Piştî têkçûna DAIŞ'ê û rizgarkirina Koban û Til Abyadê, AKP'ê di warê siyasî de ji ajan û peyayên xwe yên di nava Muxalefeta Şamê de xwest ku hemleya reşkirin û tevliheviyê li dijî rêvebiriya Rojava û YPG xurtir bikin. Niha hêza muxalefeta nijadperest ya bi navê "Itilaf" û hin dezgehên ragihandinê yên bi ser ve, mîna televizyona Orient, bi hemû hêza xwe li dijî Rojava û YPG radiwestin. Her dema ku YPG di warê eskerî de li dijî DAIŞ'ê bi ser dikeve, ew zêdetir dîn û har dibin. Muxalefeta Şamê û kesayet(siyasetmedar û nivîskar) û alavên ragihandinê yên girêdayî wê mîna "Maseya Şerê Taybet" ya dewleta AKP'ê li dijî Rojava di nava pîlanan de ne. ENKS jî bi wan re hevkariyek qirêj dike û ixanetê dimeşîne. 

Dewleta AKP'ê ji hêza Rojava, beşdarbûn û xwecivandina Ereb, Suryanî û pêkhatiyên din li derdora Xweseriyê û serkeftinên YPG û hevkariya wê ya bi hêzên Hevpeymana Navnetewî li dijî DAIŞ, ditrse. Ji ber hindê, dewleta AKP'ê dest bi dek û dolabên nû kiriye. Ew vê carê dixwaze Kurdên hevkarê muxalefeta nijadperest li dijî YPG bi şêweyekî eskerî birêxistin bike. Ev hewldana qirêj van rojan dîsa berz bûye. Di şexsê "Pêşmergeyên Rojava" de tê xwestin ku hêzek eskerî li hemberî YPG bê avakirin. Ev hêz dê nakokiyan derbixe û hewl bide nav û dengê YPG û YPJ di ser asta cîhanê de têk bibe û bi riya peydakirina şerekî navxweyî hevkariya eskerî ya bi Hevpeymana Navnetewî re xerab bike. 

ENKS lîstokek qirêj dike. Li gorî talîmatên dewleta AKP'ê dimeşe û li dijî kanton û YPG bûye Hespê Troya. Piştî ewqas şerê di warên siyasî û diplomasî û reşkirina Rojava û YPG de, niha dixwaze bi riya "Pêşmergeyên Rojava" şerekî birakujiyê bide destpêkirin. Jixwe di nava van "Pêşmergyan" de tu zarokên serkêşên ENKS nînin, loma dê dilê wan li ser xwîna ciwanên Kurdan naêşe. Niha dewleta AKP'ê û "Itilaf" dixwazin "Pêşmergeyên Rojava" derbasî kantona Cezîrê bibin û li dijî YPG dest bi şer bikin. ENKS jî bawer nake ku bibe xwedî "hêzek" eskerî û hinek qedir û qîmet li nik AKP'ê û "Itîlaf" ê bibîne, loma ew bi hemû hêza xwe hewl dide van çend sed kesan derbasî Rojava bike û li dijî YPG dest bi şerekî eskerî, yê li gorî xwesteka AKP'ê, bike. 

Divê bi tu awayî destûr ji bo avakirina hêzek eskerî ya din li Rojava neyê dayin. Divê tecrubeya birakujiyê li Başûr neyê dubarekirin. Jixwe ev "Pêşmergyên Rojava" ji destpêka êrîşa DAIŞ'ê li dijî Başûr di nava şer de ne û herema Bendava Mûsilê diparêzin. Bi dehan şehîd ketine. Bi gotinek din, wezîfeyek wan heye û hewcedariya hatina Rojava qet nîne û kesekî ji wan nexwestiye ku werin. Lê eger şervanên wê bixwazin li dijî DAIŞ li Rojava şer bikin, dikarin bi riya hevkariya bi YPG re, wek çawa li Kobanê çêbû, vê yekê pêk bînin. Ne ku xwe bi APK û "Itîlaf" ê xurt bikin!.

ENKS ji hev dikeve. Beriya çend rojan 5 partiyên di nava wê de daxuyaniya destekdayina Xweseriya Rojava û YPG û YPJ dan û li dijî hevkariya bi AKP'ê û "Itîlaf" ê derketin. Jixwe beşdariya Ereban ya di nava Xweserî û YPG de her roj xurtir dibe. Niha di şerê berevaniya bajarê Hesekê de bi sedan şervanên Ereb yên YPGyî beşdar in. 

Divê Xweseriya Rojava zêdetir were demokratîzekirin û YPG were xurtkirin. Divê ji bo ku ENKS dev ji dijminatî û xizmetkariya AKP'ê û "Itilaf"`e berde, derfet bê dayin. Hin partiyên din divê dev ji ENKS berdin û beşdarî nava Xweseriyê bibin. Ji bo hatina çi hêzên eskerî ji bilî YPG, divê destûr tu carî neyê dayin...