Çend roj berê di nûçeyekî  ajansê de wiha dihate gotin; “Li Rojava ji bo xurtkirina şoreşê seferberiya gel hatiye destpêkirin. Li Kobaniyê bavêk û 4 zarokên wî bi hev re serî li endamtiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dane ku tevlî parastina warê xwe bibin.“  Ev nûçe bi serê xwe, rastiya şoreşa Rojava bi zelalî radixe ber çavan.

Li hêla din, Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim çû Tirkiyeyê û bi nûnerên Wezareta Karên Derveyî yên Tirk re hevdîtin pêk anî. Wekî tê zanîn hên hefteyeke berê rayedarên Tirk bi yek dengî  tehdît û nifir li Kurdên Rojavayî didan barandin!..
Gelo ji bo çi hikûmeta Tirk a ku li ber her mafê Kurdan xeteke sor dikişîne, ji nişka ve li hemberî îradeya Kurdan sist û nerm bû? Helbet gorî berjewendiyên xwe difikirin û bi pragmatîstî nêzî meseleyê dibin; lê wer xuya ye, yê ku wan ji vî helwestî re mecbûr dihêle rastiya Kurdî bi xwe ye…
Ev rastî îro him bi berxwedana li Rojava, him bi dîmena di civîna amadekariyê ya ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurd a li Selahaddîn a Hewlêrê hat li darxistin û him jî bi bilindbûna hestê piştgirî û hevgirtinê yê di nava Kurdan giştan de xwe dide der…
Serdestên ku ji Kurdan re tenê zilm û zordestiyê rewa dibînin, îro pê dihesin ku ev rastiya Kurdan êdî nayê kuştin. Li hemberê vê rastiyê rejîmên wan ên dijdemokrasî jî ji tu hêlan ve pîne nagire û mîna ku ar bi koşa kirasê wan bikeve, ketine nava tirs û panîkê…
Ew dîmena hefteyek berê li Hewlêrê derketîbû holê di dîroka Kurdan de mîna bûyereke mîladî ye. Ev cara yekê ye ku, Kurdên ji her çar parçeyên welêt gişt têne cem hev û ji bo îradeyeke Kurdî a Kurdistanî derkeve holê daxwaz û helwestên xwe ji hev du re û ji hemû cîhanê re aşkere dikin…  
Îro her destketiyên li parçeyekî pêk tên, ji têkoşîna Kurdên din re dibe hêz û moral, û bona desketiyên nû zemînekî ava dike. Bi firehbûna berxwedan û têkoşînê jî yekîtiya neteweyî hê bêhtir zeximtir dibe…
Li heman erdnîgariyê yanî li Rojhilata Navîn, ew welatên ku lê ‘bihara Erebî‘ pêk hatîbû, îro di nava xwînê de mane. Li Misir, Tunus, Lîbya û Suriyeyê aktorên nû yên ku serdestên cîhana rojava wek xelaskar didin naskirin, xwîna xelkan dirijînin. Şoreşên xelkan hate dizîn û şûna dîktatorên kevin dîktatorên nû wergirt.  
Xelkên ku ji bo azadî, wekhevî û edaletê radibin ser piyan û pirr bedelan didin, bi dek û dolaban li derveyî sazkirina rejîm û rêveberiyên nû têne hiştin. Vîna wan qet nayê hesibandin. Rejîm û rêveberiyên ku bi destê hêzên xerîb ên serdest têne sazkirin jî tu bersivê nadin hêvî û daxwazên wan. Kî tê ser dikê gorî mentalîte û berjewendiyên xwe dest bi endezyariya civakî dike. Li derdora jiyana civakî çeperên nû datîne û atmosfera bêhnstandinê ji holê radike. Yanî ji kîjan hêlê ve mirov mêzeke; serdestî û bindestî her berdewam e…
Li Misir, Tunus û Lîbyayê ji ber vê yekê xwîna xelkê tê rijandin. Herwiha li Suriyeyê jî heman senaryo li dar e. Şûna dîktatorê heyî Beşar Esad, kesên qaşo cîhadîst ên ji nirxên însaniyetê par nestandî, ku  seriyê mirovan mîna yê pez jê dikin, tên amadekirin. Xelk bi vî awayî bê alternatîf tê hiştin, ku Esad biçe an bimîne jî zilm wê heman zilm be û xwîn wê nasekine…     
Di vir de rengê cûda yê şoreşa Kurdan aşkere dibe. Kurd şoreşa xwe bi hêza xwe û bi îradeya xwe bi pêşve dibin. Ne li benda dîktatorên kevin in, ne jî li benda yên nû. Dîktatoran giştan red dikin û li hemberê giştan têdikoşin. Bi îradeya xwe, bi awayekî serbixwe dikevin dûv hêviyên xwe.  Bona vê yekê jî her destketinên şoreşê, destketiyên xelkê bi xwe ne. Ê ku bi dest dixe,yê ku bi kar bîne û yê ku biparêze jî xelk bi xwe ye.  
Pêşketinên li dewletên Ereban hêviyê vesîne jî, ew hêviya azadiyê bi şoreşa Kurdan bilindtir dibe…