
Bi amedebûna 199 delegeyan ji hersê kantonên Rojava li bajarê Qamîşlo yê kantona Cizîrê yekemîn Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ya Rojava hat li darxistin. Derbarê xebatên zimanê kurdî li hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê de endamên rêveber ên Saziyên Ziman nirxandin kirin. Li ser xebatên ziman û perwerdehiyê yên Kantona Cizîrê Peyman Amed axivî.
'Pêwîstî bi siyaseteke hevpar heye'
Peyman derbarê giringiya hevkariya rêveberiya ziman û perwerdê ya hersê kantonan de got: ''Armanca lidarxisitina vê kongreyê ew e ku em êdî polîtîkaya perwerdê diyar bikin. Beriya şoreşa 19'ê Tîrmehê Rejîma Baasê zimanê kurdî qedexe dikir, lê piştî şoreşê êdî xebatên ziman dest pê kirin. Di destpêkê de zehmetî hebûn li dibistanan perwerdekirina ciwan, zarok û dayîkan em gihîştin astekê û hezkirina fêrbûyîna ziman di nava civakê de hate afirandin û ruhekî netewbûnê hat avakirin. Di nava kantona Cizîrê de êdî xebatên ziman gihîştin asteke bilind, destpêkê wek Saziya Zimanê Kurdî SZK'ê me kar dikir. SZK'ê têrê nekir niha em wek Tevgera Ziman û Perwerdê kar dikin. Di vê kongreyê de em dixwazin li kêleka van destketiyan di qada perwerde û ziman de xwe nû bikin. Ji bo vê yekê polîtîkeyeke hevgirtî di navbera sê kantonan de pêwîst dike. Ji bo vê yekê niha ji hersê kantonan em li vir kom bûne ji bo ku em sûde ji van tecrûbeyên xwe wergirin û em ji gelê xwe re bibin bersiv.''
'Şoreşa ziman şîn bû'
Endama Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî ya Kantona Kobanê Cîhan Hesen jî wiha axivî: ''Di destpêkê de beriya şoreşê perwerdeya ziman di malan de bi awayekî dizî dihat dayîn, gav bi gav ev perwerde bi pêşket heta me waneyên zimanê Kurdî derbasî dibistanan kirin. Bi Pêşketina şoreşa 19'ê Tîrmehê re zimanê kurdî jî bi pêş ket. Saziya ziman di nava Kantona Kobanê de roleke gelekî mezin hebû. Bi hezaran mamosteyên ziman hatin amadekirin û piraniya wan mamosteyan derbasî gundan jî bûn. Piştî ku perwerdeya ziman di saziya ziman de gihişte astekê, li Kobanê akademiya Şehîd Viyan Amara hat vekirin û li wê peymangehê 4 dewreyên perwerdê hatin dayîn.''
'Em jiyaneke azad avadikin'
Cîhan destnîşan kir ku piştî ku bajarê Kobanê hat rizgarkirin êdî xebatên ziman li kantonê hatin meşandin û dibistan li pey dibistanê hatin vekirin: ''Piştî ku bajarê kobanê ji çeteyan hat rizgarkirin hejmarek mamoste derbasî kantonê bûn. Dibistana ku beriya niha astengî ji bo me û li beramberî pêşketina zimanê Kurdî çêdikirin dibistana bi navê Baas bû û me weke yekemîn dibistan ew vekir û me navê wê guhert û kir dibistana şehîd Osman, her ku hijmara gel û mamosteyan jî zêde bûn û dibistanên nû hatin vekirin û akedemiya Viyan Amara hat vekirin û du peymangehên amedekirina mamosteyan hatin vekirin û heta niha 310 xwandekaran xwe lê qeyd kiriye.''
'Piraniya mamostayan jin in'
Mamosta Dijle Efrîn jî li ser xebatên ziman û perwerdê yên Kantona Efrînê axivî: ''Bi perwerdekirinê re hejmara mamosteyan zêde bû. Piştre me dît pêwîstiya mamosteyên me bi perwerdê heye. Me akadimiya Şehîd Ferzad Kemanger sala 2013'an vekir. Piştre di heman salê de peymangeha Şehîd Viyan Amara ya Wêje û Zimanê Kurdî hat vekirin. Derdora 400 xwandekarî tevlî perwerda peymangehê bûn. Em dikarin bibêjin ku di nava Kantona Efrînê de hijmara zêde ya mamosteyên jin in. Ji 1301 mamosteyî zêdetirî 1100´ê mamosteyên jin in.''
JINHA/QAMÎŞLO