Buhar Eynî ku di Şoreşa Rojava de xeyala xwe pêk anî û bû helbestvan, diyar kir ku ew çi qasî li ser şoreş, şehîd û jinan binivîse têr nake û got: “Ez bang li jinên rewşenbîr dikim ku di şoreşê de bi rola xwe rabin.”

Şoreşa Rojava rê li pêşiya gelek jinan vekir ku ji koletiya bi salan û nîrên civakê rizgar bibin û gelek jinên pêşeng jî derketin holê. Jina bi navê Buhar Eynî (52) ku di nava malbateke girîngî dida wêje û helbestan de dijiya, keça helbestvan Hacî Seîd Eynî ye.

Eynî ji ber zewacê û karê rojane, her wiha ji ber adetên civakê, nikarîbû xwendina xwe bidomîne û mijûliya xwe ya nivîsandina helbestan bi pêş bixe. Lê wê dest ji vê hezkirina xwe berneda û li ser şehîd, şervan, dayik û jinên ku zilm li wan dibe helbestan dinivîse.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava, şoreşa jinan li hemû meydanên jiyanê dest pê kir, di şoreşê de piştî 30 salan Buhar Eynî keysa xwe lê anî ku armanca xwe pêk bîne û bû helbestvana şoreşa gelan û şoreşa jinan. Eynî helbestên xwe yên ku di 30 salên bihurî de nivîsandibûn di pirtûka bi navê ‘Buhara Gelan’ de kom kir.


Buhara gelan

Eynî di helbestekê de ku li ser jinan nivîsandiye, wiha dibêje; 

 

Jin jiyan e

Nêrgiz û reyhan e

Di dîrokê de li pey armanca xwe ye

Dayika xwedawend û pîroz e

Tê wateya jiyanê

Di şerê giran de

Fermandar û pêşeng e

 

Eynî da zanîn ku wê di Şoreşa Rojava de armanca xwe pêk aniye û got: “Her çi qas mirov li ser Şoreşa Rojava û şehîdan binivîse, mirov nikare fedakarî û berdêlên ku hatine dayîn, îfade bike. Ez bang li jinên rewşenbîr dikim ku baştir bi rola xwe di Şoreşa Rojava de rabin. Şoreşa Rojava deriyê azadiya jinan vekir. Ji ber vê, divê berxwedana jinan û rastiya Bakurê Sûriyeyê, ragihîne.” 


 ANHA / DERÎK