Hîndekarê Zanîngeha Ecole des Hautes Etudes en Sciences Sociales (EHESS) Prof. Dr. Hamit Bozarslan, diyar kir ku geşedanên li Rojava pêk tên şoreşek bê qisûre û Şoreşa Rojava her tişt guhert. Hîndekar Ziwar al Omar jî anî ziman ku hikûmetên Rojhilata Navîn ji Şoreşa Rojova ditirsin û xwest kes ji vê Şoreşa Rojava netirsin.

Yekîneya Xebatê ya Kurdolojî a Zanîngeha Bîlgî, Koma Raman û Çandê ya Zanîngeha Bilgî û Kovara Kuram û Civakê konferansa bi navê "Di salên 1990'an de Kurd û Kurdistan" li Kampusa Kuştepe ya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê pêk anîn. Di konferansê de gelek panel hatin lidarxistin. Hîndekarê Zanîngeha Ecole des Hautes Etudes en Sciences Sociales (EHESS) Prof. Dr. Hamit Bozarslan û Lêkolîner Ziwar al Omar jî tev li panelan bûn û axaftin kirin. Bozarslan û Omar ji DÎHA'yê re axivîn.

'Ji bo Kurdan firsendek girîng e'

Prof. Dr. Hamit Bozarslan, li ser rewşa Rojava û Sûriyê rawestiya û anî ziman ku rewşa Sûriyê ya niha xerab e û wiha got: "Niha hemû dewletên li Rojhilata Navîn di serdema qirîzê dene. Her dewled di nava axa xwe de dixwaze xwedî serdestiyek be. Pergala ku êdî dixwaze li derve şer derxe hêza xwe winda kiriye. Rojava ji bo Kurdên ku bi 4 paran hat perçekirin firsendek dîrokî û girîng e. Rojava dê hîn pêşdetir biçe. Divê Kurd vê modelê bi fireh û kûr binirxînin û dê çawa karibin piraniyê d nava hevde û bi hevre bidin jiyandin xurt bikin." Bozarslan, bang li gelê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn kir û Rojava ji bo xwe mînak bigirin. Bozarslan, diyar kir ku geşedanên li Rojava pêk tên şoreşek bê qusûr e û Şoreşa Rojava her tişt guhert.

'Ji Şoreşa Rojava netirsin'

Lêkolîner Ziwar al Omar jî anî ziman ku Tirkiye ji nêzîk ve bi têkoşîna li Rojava eleqeder dibe û wiha got: "Nêzîkatiya Tirkiye ya li hemberî Rojava ji bo Tirkiye girîng e. Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo Rejîma Sûriyê dixwaze hilweşîna wê ya wekî Tunus, Libya, Misirê be. Lê ev yek pêk nehat. Tirkiye dê ji vê rewşa rejîman qezencên civakî û aborî bi dest bixistana. Dê bi rejîmên nû ji nûve xwe bi rêxistin bikira. Lê her tişt dijberî vê yekê pêş ket. Ji ber ku di navbera Tirkiye û Sûriyê de hem di aliyê civakî de û hem jî di aliyê bîr u baweriyê de gelek tişt hebûn."
Omar, anî ziman ku hikûmetên Rojhilata Navîn ji Şoreşa Rojova ditirsin û xwest kes ji vê Şoreşa Rojava netirsin.


EVRÎM KEPENEK/DÎHA/STENBOL