Heyeteke Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînê çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Den Haagê.
Li bajarê Holandayê Den Haagê, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan ev 80 roj in ku greva birçîbûnê dewam dike. Serdanên ji bo berxwedêran didomin.
Heyeta Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Filîpînê ya bi serokatiya Jose Maria Sison serdana çalakgeran kir. Sison di dema serdanê de axivî û got, “Ez nêrînên Birêz Ocalan diparêzim. Em dixwazin tecrîdkirina wî tavilê bi dawî bibe. Azadiya Birêz Ocalan temînata Rojhilata Navîn e. Li ser vê bingehê em piştgiriyê didin grevên birçîbûnê.”
Jose Maria Sison ji damezrênerên şoreşgerên maoîst ên Filîpînê ye; ew sala 1977´an hat girtin û heta 1986´an di hucreyekê de hat tecrîdkirin. Piştî ku hat berdan ji hingê ve mişext e li Holandayê. Ji bo berhemên xwe yên lîrîk Prison and Beyond, wîsala 1986´an xelata S.E.A. ya nivîsandinê (S.E.A. Write Award) wergirtibû. Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Romayê bû, wî nameyek jê re nivîsî û pêşniyaz kir ku ew ji Romayê veneqete.
DEN HAAG