Bîst sal derbas bûn. Bîst payîz bihûrîn, bîst car bihar hat… Dar dîsa bişkûvîn, kûlîlk dîsa vekirin, xweza xemilî. Dem bû payiz, xemginî belav bû, di xwezayê de, di jiyana Kurdan de.
Bîst sal derbas bûn, nîfşek nû, neslek nû gîha û mezin bû. Bi hezaran, bi dehhezaran Dr. Saîdên nû ala Şerefkendî hildan û bilind kirin.
Sala 1992'an bû. Ji bona hilbijartinên başûrê Kurdistan bi heyetek ji parlamenter û rojnamevanên Alman ve rêketim ber bi Başûr. Ev di ser Tirkiyeyê çûn, ez jî di ser Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê re.
Min Qendîl wê çaxê naskir, di Gûlana 1992'an de. Min Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê nasdikir. Lê ev ji dûr ve bû. Min Hizba Demokrat, rêber, kadro û peşmergeyên canfeda li Qendilê naskir. Ez bûm mêvanê Dr. Said, nemir Sadiq iyŞerefkendî. Tim rûken, tim dilsoz, tim nazik û tim dost ji dil.
Min nanê Dr. Said xwar, bûm mevanê wan. Qendîl, şûn û cihê beregeh, meqer û mekteb siyasî (Politbûro) ya Hizba Demokrat. Min dilê xwe hişt li Qendilê, bîst sal berê.
Destpêka Îlona 1992'an bû. Wê carê jî Dr. Said hat Almanya û bû mêvanê min. Em bi hevre bûn, çend rojan. Ne tenê bû; li cem nûnerê Ewropa Fettah Abdulî, nûnerê Almanya Hûmayûn Erdelan û çend hevalên din jî hebûn.
Me nan xwar. Paşê dema razanê hat, me cihên razanê amadekir. Got; "cih ne hewce ne. Em ê li ser xaliçeyê razên. Tenê battaniye lazim in.” Me çi kir, nekir qebûl nekir û li ser xaliçeyê dirêj bûn, razan hemû bi hevra.
Paşê bo çend hevditînan çû Skandinavyayê. Û di dawiyê de wegeriya Berlînê, bo beşdarbûna Kongreya Enternasyonala Sosyalîst.
Hêna li Kolnê bû, min bo parastinê pêşneyar kir. Got; "Tiştek nabe. Em mêvanê Almanyayê ne û tiştek jî ne hewce ye.”
Kongreya Enternasyonala Sosyalîst destpêkir. Me carek din li Berlînê, di cîvînê de hev dît. Heyata Kurdan rengîn bû: Mam Celal, Hoşyar Zebarî û çend şexsiyetên din.
Min li Berlînê jî peşneyar kir û got, "kerem kin, werin li mal bimînin, otel ne baş e." Bersiv de û got: "Hemû heyet li otelê dimînin. Em dikarin li wê hevditînan pêkbînin. Wekî din jî li otelê polis hene.”
Roja dawî bû, civîn di 17'ê Îlonê xelas bû. Min xatirê xwe xwest û ber bi Kolnê bi rêketim. Otoban tijî û xetimî bû. Trafîk nedimeşiya. Bi saetan li rê mam. Di dawiyê de li Magdebûrgê min telefonî Berlînê kir û min got ez vedigerim, rê tijî ne. Xwişka min bi dengek kelegirî, xebera reş gîhand min. Got "Dr. Said hat şehîd kirin.”
Dest û rûyê min cemidîn. Wegeriyam bi lezek gelek zêde. Sibê jî hevalên Hizbê hatin ji Parîsê. Ber ku bi zimanê Almanî nedizanîn, wekalet dan min, bo hemû kar û barên hewce û brokratîk. Pêwist bû, yek ji me bikeve morgê, bo tespîta cenazeyan. Ketim morgê bo teyidkirina şexsê wan camêran. Êşek ket dilê min, bîst sal in dernaveke...
Me cenaze di roja 25'ê Îlonê bi merasîmek mezin rêkir Parîsê, lê Fransa vîze neda min. Bi qaçaxî derbas bûm Fransayê û wisa jî beşdarê merasima cangoriyan bûm.
Bist sal in her sê cangoriyên Kurdistanê li Parisê ne, li cem nemir Dr. Qasimlo. Hemû jî bi destên Komara Îslamî ya Îranê hatin kuştin li Ewropayê. Qatil û kûjêr hatin girtin, ceza dan wan. Lê ji ber berjewendiyên aborî, Almanyayê ew kûjêr  teslimî Tahranê kirin. Niha serbest û azad in kûjêr û qatilên Dr. Qasimlo.
Almanya, Avusturya û bi temamî Ewropa deyndarê me Kurdan e, ji sed salî vir de. Ewropa dirû ye, ehlaq û wijdan di berika wan de ye.
Encama îhmalek biçûk, gelek giran bû. Rêberên Kurd li dû hev hatin kuştin li payitextên Ewropayê.
Rejîma Îranê dixwest bi dardakirina Pêşeva Qazî Muhemmed, bi kuştina Dr. Qasimlo û Dr. Said û hevalên din şoreşa rojhilatê Kurdistanê bê serî û rêber bihêle û wisa jî ji pirsa Kurd xelas be. Bi hezaran û dehhezaran Kurd ji aliya rejima Îranê ve hatin girtin, di bin êşkenceyên zalimane de derbas bûn. Bi hezaran Kurdên welatparêz hatin kuştin, bi sedan hatin dardakirin, wek Şîrîn Elemhurî û Ferzad Kemanger. Lê ev hêsab neçû serî. Niha jî peşmerge û gerila li rojhilatê Kurdistanê berxwedidin û ala wan lehengan bilind dikin.
Niha perçeyek Kurdistan azad e, perçeyek din jî bi hemû hêz û leza xwe ber bi azadiyê ve dimeşe. Ne dûr e ku arzûmendiya Dr. Said bê cih û Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê jî çarenûsa xwe bigrin destên xwe û qedera xwe bi xwe tayîn bikin; Kurd serwer bin û Kurdistan jî azad.
Min însanek naskir, bû kekê min. Cihê te bihûşt, axa te nerm be, Şoreşgerê rûken, kekê  min ê hêja, Dr. Said. Min bêriya te kiriye, dilsozê welat!


MEMO ŞAHÎN