Ji sala 1980’an heya 1990’an li Bakurê Kurdistanê ez wek salên “dubare ji dayikbûna siyasî” binav dikim. Di wan deh salan de pêngavên mezin hatin avêtin. Bi taybetî jî piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Eylûlê hêza Kurd zû xwe komî serhev kir û di sê eniyan nû de dest bi xebateke bihêztir kir:

1-Xebata siyasî li hundir û derveyî sinorên Bakurê Kurdistanê berfirehtir bû. Karê ku ji salên 1970’an û pêde li Bakur hebû û mezinbûna wê bû sedem ku zêmîneyên derbeya leşkerî a di bin serokatiya Kenan Evren de çêbibe.

2- Berxwedana girtiyên doza azadiyê di zindanên generalên faşîst da ku ciwanên Kurd li Amedê bi qêrîna “Berxwedan jiyan e” re hem can dan, hem jî tovê jiyaneke nû li ser axa Kurdistana mezin reşandin.

3- Şerê çekdarî ku di 15’ê Tebaxa sala 1984’an da mejiyê general, înkarger û sîstema Kemalîstan tevlîhev kir.


Sal 1982‘ê bû

Di wan salan de Amed bû xwedî nasnavê “Kelha Berxwedanê” Sala 1982’an li hemberî hêrişên ku hovîtî jî nikare bibe nasnameya wan ya mukemil, Kemal Pîr, Heyrî Durmuş û çend hevalên xwe dest bi ‘Rojiya mirinê’ kirin. Di nava wan de xortekî ciwan hebû. Navê wî Hamza Yavûz  û ji nava malbateke Kurdperwer dihat. Wek Wesfî dihate naskirin û di nava hevalên xwe de kesekî qedirbilind bû. Li Amedê xeberên nexweş pirin, lê agirê nava dilê çend qehremanên milî dihat ku êdî rûpelekî nû di dîroka Kurdistanê da tomar bike. Êdî wan çend kesan ji bo parastina rûmet û nirxên jiyanê biryara bexşîna canê xwe dane. Wesfî jî di nava wan de cih digire.

Nimûneyek mukemil ji xizmeta mirovahiyê re heval Wesfî ye. Zanîn û berxwedan li hemberî cehalet û dîktatoran navê wî xistiye nava dilê dîrokê.


Rojek herî xweş

Rojek ji rojên havîna sala 1992’an bû. Ez ji mala me ya bajêr vegeriyabûm mala me ya li gund. Dema gihame nava deriyê malê xwîşka min wiha got: “Du mêvanên me hene. Du hevalin, yekî ez dinasim, bes yê din nû ye. Her du jî di oda te de rûniştîne û li pirtûkên te dinêrin.“ Ez ketim hundirî oda xwe û her du li ber min rabûn. Yê nû heval Wesfî bû û di nêrîna yekê da wisa bi rêzdarî û hurmeteke bilind pêrgî min hat ku hiseke zêdetir ji heza hevaltiyê di dilê min de çêkir. Pirsa wî ya yekê ev bû:“ Ev pirtûk tev yê te ne?“

-Belê yên min in

-Te tev xwendine?

-Ne, lê biqasî ku dem hebe dixwînim, ders û karên jiyanê giran in û pêra nagehim. 

-Lê çima di nava wan de pirtûkên Kurdî kêm in û piranî Farsî ne?

‘Hezaran sal e em hev nas dikin’

Û wî dipirsî min jî biqasî ku dikarî bersiv didayê, lê xala balkêş ew bû ku hinek tiştên heval Wesfî ji hevalên beriya wî cuda bûn: Ken, nêrîn, tona dengê wî yê tije, hisên ku xwedî tameke din bûn û teva dikir ku mirov bi baldariyeke taybetî li wî binêre, guhdarî bike û xwe nêzî wî bibîne. Min piştî suhbeteke dirêj jê re wiha got:“ Heval Wesfî tevî ku çend saete tu li mala me yî, lê ez wisa his dikim ku em 20 sale hev nas dikin...“, dîsa keniya û got:“ Hezaran sal e em hev nas dikin, em zarên axeke dêrînin ku sinorên destçêkirî jî nikarin me ji hev cuda bikin...“.

Wê şev heya serê sibê ez û ew bi hev re axivîn. Piranî min dipirsî û wî jî bersiv dida, lê bersivên wî wisa kûr û zanistî bûn ku bi xwe re dehan pirsên din diafirandin. Min li ser jiyan û berxwedana wan ya di girtîgeha Amedê de jê pirsî. Bi girnijîneke pirwate an jî weke min ew biribe nava deryaya êş û xemên giran, li min nêhirî û wiha got:“ Hevala li Amedê bi can û agirê laşê xwe serxwebûna Kurdistanê garantî kirine. Em tev deyndarê wan in...“

Ew wisa mutewazî bû ku bi zorê li ser fîdakarî û berxwedana xwe bersiva pirsên min dida. 


Aşiqê dîrokê bû

Wesfî aşiqê dîroka Kurdistanê bû, lê ne bi zimanekî sade û serpêyî li ser mijareke wiha girîng diaxivî. Wî ji tinebûn û çêbûnê dest pê dikir heya digehişt salên beriya zayînî. Dema li ser împeretoriya Medî diaxivî rihek nû dikete laşê wî, ronahiya çavên wî geştir û bi van gûherandina re jî muxatabên xwe bêtir ji her carê ber bi wê evîna xwe ya îlahî ve dikişandin. Mirovê mezin, şoreşgerê xwedî hemû pirensîpên exlaqî û hevalê rast û durist şehîd Wesfî bû.


Sal derbas bûn

Sal derbas bûn û sala 1998’an min zanî ku ew nexweş e, nexweşiya ku canê wî yê derddîtî pir gûvaştibû. Elbete kesekî wiha bi îrade ku di nexweştirîn rewşên jiyanê da jî hay ji tenduristî û nesaxiyên xwe nebe, zû bi zû xwe nasipêre mirinê. Bêhîvî nabe û di ber sekeratê da jî daxwaza wî ya dawiyê ewe ku qîmeta sal û rojên ji yê xwe bizanin, çimkî jiyan nîmeteke bihagiran e ku layîqî her kesî ye lê bi mercekê ku xwdî durist sûdê jê bistîne.

Piştre sala 1999’an heval Wesfî hate Ewropa, me hev nedît lê bi rêya telefonê min dîsa dengê wî yê germ bihîst. Gotina wî ya dawiyê ji min re ev bû:“ Min nedizanî ku tu yê xwe ewqas pêş bêxî. Çimkî ez li bendê bûm ku li pey ewqas kar û xebata ku me li rojhilatê Kurdistanê bi hev re meşand, tu li çiyayên Kurdistanê xwe bigehînî koma me, ez ji te bêhîvî bibûm, lê dema di MED.TV û ragehandinê da te dişopînim, ez bi hêvî me ku tu karên baştir bikî. Ji van îmkanên ku bi ked û xwîna şehîdên doza Kurdistanê re hatine afirandin, sûdê bistînin û xwe pêş bêxin heval. Ger wiha nekî, êdî wateya jiyanê li ba te yê çi be...?“ û hevalê Wesfî bi van gotinan dîsa jî liv û lebateke nû xiste nava riha min. Riha ku ji axa bav û kalên xwe dûr ketibû û ber bi sariyê ve diçû, lê mamostayê min yê ku heya mirinê yê xwe deyndarê wî bihesibînim, dîsa hate hawara min. Me hev nedît, çimkî ez bi hêvî bûm ku ewê dîsa rabe ser piyan û di qada Ewropa da jî dest bi kar û xebateke berfirehtir bike, lê roja 20’ê Tebaxa sala 2000’an yek ji nexweştirîn rojên jiyana min tê hesabê, dema ku min xebera wefata wî bihîst.


‘Çimkî wijdana wî rihet bû’

Ew xwedî hemû sifetên qenc û çê yên mirovahiyê bû ku hinek zehmete mirov kombûna tevahiya wan di nava mejî û rihê kesekî da bibîne. Ji ber wê jî dema wefat kir, rihet çavên xwe danîn, çimkî wijdana wî rihet bû. Wijdana ku li hemberî înkargerên cinayetkar neheqî nepejirandin û serê xwediyê xwe jî di dîrokê da bilind kir. Ji wê ax û xwezayê hez dikir ku dizanî deyndarê wê û yê rojekê here nava dilê wê. Û bi dîtina wê axê dîsa jî şabû. Jiyana kesên weke heval Hamze rengê jiyanê li ber çavê mirovan şirîntir dikir, lê ji wê girîngtir awayê mirina wî jî heza mirov a ji mirinê jî zêdetir dikir. Kesek ku di hemû jiyana xwe da tenê li ser bilindkirin û bihêzkirina nirxên mirovahiyê ked da, ew bû. Hemze bi qasî kena li ser lêvên xwe, zêdetir ji wan nêrînên xwe yên tije heza mirovahiyê, şirîn bû. Bi hebûna wan re ye ku jiyan li ser piyan maye û ez çiqas xwe şermezar dibînim ku min nekarîye heya niha jî bibim xwendevanekî heta nîvbaş yê mekteba fîlosofên wiha mezin û nemir.

Zelê, çiyayê Şehîdan, Urmiye, Gare, Xinêre, Amed, Mêrdîn û hemû Kurdistan nikarin daxwaz û hesretên Wesfî ji bîr bikin. Di temenê xwe yê kurt da ew li rûberekî berfireh yê axa welatê xwe geriya û heya mirinê xwe deyndarê wî welatî dizanî.


Gotinên dawiyê

Gotinên wî yên dawiyê kurt bûn, lê biqasî hezaran gotinên bîrmendekî mezin xwedî wate ne:“ Li pey min negrîn, bi tilîliyên bilind min bi rê bikin. Dema ku li ber çavên min bedena ewqas qehremanan perçe-perçe dibe, mirina min li ber wan ne tiştek e..! Di vê oxira dawiyê de ne yekemîn im, ezê nebim yê dawiyê jî. Çawa ku helbestvan Nazim Hikmet gotiye:“ ji ber înada dijmin ezê rojekî din jî bijîm.“



KAKŞAR OREMAR