Nerazîbûnên li dijî biryara DYE’yê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin.Ciwanên Welatparêz li bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de biryara DYE û dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Ciwan li parka derveyî bajêr kombûn û bi meşale û dirûşmeya ‘ ‘Şoreşgerên me di dilê me dene’ ber bi baxçeyê giştî yê bajêr ve meşiyan. Piştre li ser navê Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan Zîlan Mûsa daxuyanî xwend û got, “Di demekê de ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê Kurd komkujî pêk anî li Şengal û Kobanê tu dewletan cesaret nekir  ku li beramberî vê koma terorîst têbikoşe. Gelek dewletan alîkariya komên çete kirin yek ji van dewletan jî dewleta Tirk a dagirker bû. Di wê demê de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) nîşa hemû cîhanê dan ku ji bo azadiya mirovatiyê têkoşiyan û li dijî êrîşên DAÎŞ’ê liberxwe dan û gelek şehîd dan.”

Li dijî faşîzmê bibin yek

Li bajarên Elmanyayê Hamburg û Dusseldorfê jî çalakiyên konvedanê pêk hatin.

Li Hamburgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêka hefteyê ve her roj çalakî tê lidarxistin.

Kurdistaniyan doh tevî dostên xwe li ber Parlamena Hamburgê civiyan.

Di çalakiyê de tecrîdkirina Ocalan û biryara DYE’yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê, hatin şermezarkirin.

Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Li dijî faşîzmê bibin yek" hilgirt û sirûdên şoreşgerî gotin. Roja Şemiyê jî wê saet 17'an ber bi Konsolosxaneya DYE’yê ve meşek bê lidarxistin.

Konê ji bo azadiya Ocalan

Li Dussseldorfê jî ji bo protestokirina tecrîdkirina Ocalan û biryara DYE´yê ya li dijî sê rêveberên PKK´ê, konek hate vedan. Kon pêr saet 11:00’an li pêşiya Sefaretxaneya DYE ya li Willy-Becker-Alle hate vedan û bi rêzgirtinê çalakiyê destpê kir.

Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Dusseldorfê, Însyatîfa Jinan a Nalîn Mûş a Dusseldorfê û Komîna Jinan a Brevenbroich Tîjda Ekencîk, tevlî çalakiyê bûn.

Çalakgeran biryara DYE’yê ya li dijî 3 şoreşgerên Kurd şermezar kir û got, neb ku ev qebûlkirin.

Di çalakiyê de yek ji pêşengên Kurd, Seyîd Riza û hevalên wî yên beriya 81 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn bidarvekirin jî, hatin bibîranîn.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Qirrker hatin rûreşkirin

   

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, Seyîd Riza û hevrêyên wî di salvegera 81’ê ya darvekirinê de hatin bibîranîn.

Çalakiya bibîranînê ji aliyê Însiyatîfa Azadiyê ya Dersimê ve hate organîzekirin û li ber Konsolosxaneya Tirk a li Berlînê pêk hat.

NCDK´ya Berlînê, Meclîsa Jinê ya Berlînê DEST-DAN, PYD Berlîn, rêxistina Partiya Çep a Berlînê û AvEG-KON’ê destek dan çalakiyê.

Yekîtiyên Dersimê yên li Ewropayê (ADEF) û Civata Jinûve Avakirina Dersimê peyamên piştgiriyê ji çalakiyê re şandin.

Di daxuyaniya Însiyatîfê de hate gotin, “Dilê me diêşe, lê serê me bilind e. Em vê zilmê, vê bêwijdaniyê, vê namerdiyê şermezar û lenet dikin.

Ji bo em Seyîd Riza û hevrêyên wî ji bîr nekin, nehêlin bên jibîrkirin, em li Kurdistan, Tirkiye, Ewrûpayê û gelek deverên cihanê wan bi bîr tînin.”

Nûnerê AvEG-KON’ê Bakî Selçûk got, “Ev yek polîtîkaya bê mirovhiştina Dersimê ye ku serî li ber zilmê netewand. Ev polîtîka li Kurdistanê hîna dewam dike.” n ANF/BERLÎN