Medîn, di dawiya hefteyê de li konferanseke partî û komên şoreşger ên Swêdî ya li Stockholmê de axivî. 

Di konferansa li Stockholmê de Medîn bi giranî li ser rêvebirina sîstema Kantonên li Rojava bi taybetî jî Kantona Cizîrê rawestiya. Medîn anî ziman ku Cizîr ji bo weke dewletekê bê qebûlkirin xwedî hemû krîterên pêwîst e û destnîşan kir ku ji yekîneya herî biçûk heta ya herî bilind, gelên ji neteweyên cuda di Rêveberiya Kantonan de xwedî mafê gotinê ne.


‘Kantona Cizîrê bêhtir pêş ketiye’

Medîn diyar kir ku hêza leşkerî ya ji bo parastina kantonê hatiye avakirin nîşan dide ku sîstema polîtîk a li Cizîrê hîn bêhtir bi pêş ketiye.Medîn da xuyakirin ku Akademiya Leşkerî ya Tel Beder di nava 7 akademiyên li Kantona Cizîrê de ya dawî ye, ev akademî  ji aliyê fermandarên Kurd, Çeçen û Ereb ve tê birêvebirin.

Her wiha Medîn diyar kir ku yek ji aliyên herî xurt ên Şoreşa Rojava sîstema perwerdeyê ye. Medîn da xuyakirin ku li her bajarê kantonê akademiyên jin û ziman hatine avakirin û anî ziman ku li van deveran mamoste tên perwerdekirin, li Akademiya Nûrî Dêrsimî beşên felsefe, polîtîka û erdnîgariyê hene.

Roportajên ku bi berpirsên perwerde, parastin û şareseriyê di rojnameya Arbetaren de cih girtiye de, her wiha agahiyên berfireh ên der barê operasyona rizgarkirina Êzidiyên Şengalê ya ji aliyê YPG-YPJ û PKK’ê ve û her wiha têkildarî berxwedana Kobanê de jî cih digirin.


MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM