Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku sala 2018’an li tevahiya dinyayê 140 hezar kes ji ber sorikan mirine û pirraniya wan zarok bûne.
WHO’yê diyar kir ku heman salê qederê 10 milyon mirovî bi sorikan ketine. WHO’yê got, pirraniya zarokên bi sorikan mirine yên emrê wan di bi 5 salan de derziya nexweşiya sorikan li wan berê nehatiye xistin. WHO’yê ji vê rewşê re “neserketina kolektîf” got.
Midûrê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreysûs got, “Zarok ji ber nexweşiyeke ku bi derzîkirinê dikarîbû bihata astengkirin dimirin, ev rewşeke skandal e û ev yek, li tevahiya dinyayê ji bo parastina zarokan neserketineke kolektîf e.”
Li gorî WHO´yê rewşa sala 2019’an ji vê jî girantir e. Li gorî daneyên meha Mijdarê hejmara mirovên bi sorikan ketine li gorî heman dema par, bi sê qatî zêde bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN