Şerê yekemîn yê cîhanê herka çemê dîrokê guhert, sîstema netew-dewletan sazkar kir. Di encama vê sîstema “ceberrud” de cografya Kurdistanê, di aliyê meddî û manewî de hate guhertin. Hukumranên dagirker, pêşî diyalektîka gelê Kurd guhertin, piştre materyalîzma dîrokê. Mêjî, hiş û raman, aborî, kultur, zimanê Kurdî, toreyên civakî, nirx û pîrozî û bedena Kurdî li çarmixê dan.
Xwedawendên sîstema kapîtalîst, ji dema Roma û vir ve hostayê li çarmixdayinê bûn. Komara Tirkiyê jî, di her serîhildana Kurdan de, navênden bajarên Kurdistanê kirina qadên sêdaran. Riyên navbera bajar û naçeyan, newalên kûr, şikeft û nawîs kirin gorên komî.
Gelê Kurd, ji Nebû Nuh û vir ve, Xwedayê Mezin, Ezda weke “rehman û rehîm” dinase û qinyatê pê tîne. Ev Xwedayê Mezin, li hemberî çarmixa Cn. Îsa, hate rehmê û baran barand. Balkêş e ku li hemberî qinyat, bawerî û dilsoziya gelê Kurd ya li pêşberî Xwedayê Mezin, yek carê, tenê yek carê, di sêdarkirin û çarmixkirina Kurdan de, dilrehmî nîşan neda û baran ne barand. Bi vê pêwanê gelê Kurd, gotina “tîra Xweda di zaliman naçe” afirandin. Bi vê pêşgotinê, xwe ji pêsîra Xwedayê Mezin dûr nekirin, Xwedayê Mezin, ji zalim, zordestan re ne hiştin.
Hemberî ku gelê Kurd, bi destîniya xwe re rû bi rû ma jî, riyên berxwedanê jibîr nekirin. Li hemberî “fetîş”ên netewparêziya ku, di nava demê de bû çavkaniya faşîzmê serîhildan kirin. Ev xisleta taybet, ji bo gelê Kurd sirr û razek bû.
Ciwanên Kurd, dibin pêşengiya Abdullah Ocalan de, bi têgihiştin, zanebûn û fêmkirina vî sirr û razê qedîm, berê xwe dane gundê FÎSê. Hemberî ku hate gotin, “haraket hîna zarok e”, çavkaniyên “muucîzeyan” Çiyayên Kurdistanê weke bingeh destnîşan kirin. Hate gotin ku, ew “mucîze” di dîroka şaristaniya Çiyayên Kurdistanê de veşartî ye û çavkaniya paşerojên azad e.
Di destpêkê de, kesî, ev tabloya xwedî rengînî û xetên pirr alî ne dîtin. Di çarçoveya zihniyeta “dîroka çêkirî” de, bi îdeolojiya fermî li Haraketa Apo nêrîn.
Slogana îdeolojiya fermî û dîroka çêkirî, “li ezman Xweda, li erdê dewlet” bû. Her kesî, di disîplîne-kirina pirr alî de, ev zordestî di mêjî û bedena xwe de erê kiribû. Erê kirina vê sloganê, herka metodên dewşîrmetiyê xurt kirin.
Lê enerjî, hişmendî û dilsoziya disîplînekirî, bi têgihiştina dîrokê, fêm kirina sosyolojiya siyasî, bi dilsoziya ligel jiyanê û di rastiya civaka Kurd de, pêşî li Zindana Amedê agirê Newrozê hate pêxistin. Ev destpêka destanê azadiyê bû û bi agirê mîtolojîk yê Kawayê Hesinker hatibû xemilandin.
Riya têkoşînê, ku li gundê Fîsê hat destnîşan kirin, piştî destanê li Zindana Amedê, kete pratîkê. 15ê Tebaxê destpêka vê partîkê ye. Pengava dîrokî, di kelih û bircikên sîstema statukoparêziya dewşîrmetiyê de deverek mezin vekir. Sîstema dewşîrmetiyê, ji aliyekî ve gelê Kurd di gora betonî de “meftun” kiribû, ji aliyê din ve, xeleka di navbera civaka Kurd û diyalektîka dîrokê de şikandibû.
Pengava 15ê Tebaxê, bingeha têkiliya civaka Kurd û diyalektîka dîrokê ji nû de avakir. 35 salên ne şikandî, ev têkîlî bi berdêlên giranbiha hate saxlem kirin.
Xala duyemîn: Staukoya dewşirmetiyê civakek biyolojîk derxistibû holê û bi qanunên zincîran ha ha, ha ha di kûra asimilasyon, qirkirinê de tune dikir. Pengava 15ê Tebaxê bû şikandina kûra asimilaysonê û parçekirina qanunên zincîran.
Ev destpêk bû.
Lê PKK'ê ne tenê şer kir û ne tenê çek bikar anîn. Di nava 35 salan de, bû çavkaniya ji nû de organîzebûnê. Du aliyê vê organîzêbûnê hene. Yek di aliyê hejmarî û di yek xetê de kombûn e. Du, di aliyê rêbaz, metod, sîstem û hêzê de xwe-rêxtinîkirin e. Hejmar û hêz... Du alternatîfên ku dibine bingeha şoreşan... Sosyologên cîhanê, van her du gotinan weke kilîda diyalektîkê binav dikin.
PKK'ê ev kilîd radestî gelê Kurd kir.
Îro, ji bilî sererastkirina diyalektîka civaka Kurd, sosyolojiya siyasî jî hatiye rêkûpêkkirin. Sosyolojiya siyasî, hem di aliyê rêxistinî de, hem di aliyê medya de, hem di aliyê kulturî de, hem di aliyê dîplomatîk de bûye bingeha têkoşînê. Bû bingeha bidestxistina gelek nirx û pîroziyan. Di heman demê de, derfetên komkirin û girîşkirina kultura hemdemî derxiste holê. Gelê Kurd, êdî xwedî magazîna kultur, edebiyat û ziman e. PKK'ê weke rêxistin li cîhana kapîtalîst qedexe be jî, di bedena Kurd de, li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, pêşengîtiya Şoreşa Demokratîk dike. Di nasnameya Kurd û Kurdistanê de, di rojeva cîhanê de cihê xwe girtiye.
PKK'ê, piştî têkoşîna 35 salan de; bi tevahiya rayedarên Tirk, ku pêşengîtiya sîstema dewşirmetiyê dikin, di bedena çeteyên paramilîter de, li dijî Şoreşa Rojava şer dikin, gotina Kurdistanê da gotin.
Êdî PKK'ê di bedena Kurd û Kurdistanê de şahdamarê jiyanê ye.
Sosyolojiya siyasî û rastiya PKK'ê
35. salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê PKK'ê ye. Di nava 35 salan de, pêşî li Tirkiyê, piştre li tevahiya Rojhilata Navîn şoqa kultur û siyasî çêbû. Ev şoq, bû bingeha şiyarbûna gelan.