Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn got, xuya ye bi Sîstema Hikûmeta Serokomariyê re OHAL wê mayînde bibe. Her wiha Keskîn Suleyman Soylû tenê ne wezîrek e, mirov dikare bêje rûyê sîstema nû ye.
Li Tirkiyeyê Sîstema Hikûmeta Serokomariyê ket meriyetê. Di vê sîstemê de jî Suleyman Soylû ku gef li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xwaribû, wekî Wezîrê Karên Navxweyî hat peywirdarkirin. Ev yek jî nîşan dide ku dê Soylû di polîtîkaya xwe ya şer de israr bike.
Parêzer Eren Keskîn îşaret bi ji nû ve peywirdarkirina Karên Hundirîn Soylû kir û got:”Xuya ye bi vê sîstemê wê Rewşa Awarte (OHAL) mayînde bibe.”
Qatilê Kurdan ji kurê xwe razî ye!
Parêzer Keskîn derbirî ku esas Suleyman Soylû ne tenê wezîrek e, her wiha rûyê sîstema nû ya yekzilamiyê ye û wiha peyivî:”Ligel vê dema em li wezîrên ku kesekî ew hilbijartinê dinêrin, em dibînin ku dê polîtîkayên şerî, yên ewlehiyê û dijberiya Kurdan ên berê dê bidomînin. Çimkî Suleyman Soylû, sembola vê sîstemêye ye.” Her wiha Keskîn gotina Mehmet Agar bi bîr xisti ku ji bo Soylû gotibû “wek kurê xwe jê hez dikim”, Agar jî salên 90´î Wezîrê Karê Navxweyî bû û di dema wî de gelek Kurd hatin kuştin.
STENBOL