NEDÎMA ŞEMO / ROJNEWS/ŞENGAL
Rayedarên leşkerî yên Iraqê ji bo vekirî hiştina deriyê navbera Şengal û Bakurê Sûriyê soz dan xelkê Êzîdxanê.
Roja dûşemê hikûmeta Iraqê xwest deriyê di navbera Şengal û Bakurê Sûriyê de bigire, lê Xelkên Şengalê nerazîbûn nîşanî vê biryarê da. Ji bo derî neyê girtin jî şandeyek ku ji PADÊ, Meclîsa Xweser a Şengalê û serok eşîrên Şengalê pêk dihat, çûn serdana Mûsilê. Li wir li gel rayedarên leşkerî yên peywendîdar peyivîn.
Wê jiyana gel zehmet bibe
Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Emer Salih ku yek ji endamên şandeyê bû, têkildarî naveroka hevdîtina şandeyê de axivî. Salih diyar kir ku wan di hevdîtinê de ji wan re gotiye eger ew vê rêyê bigirin, wê jiyana gel zehmet bibe û got, rayedarên leşkerî yên Iraqê soz dane me ku rêya navbera Şengal û Bakurê Sûriyê negirin û ji bo Civaka Êzidî vekirî bê hiştin.