BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG
Çalakgerên ku bi daxwaza azadî ji abdullah Ocalan re li Ewrûpayê 162 rojan ketin greva biçîbûnê, li dijî tecrîdkirina Ocalan a girankirî a dewam dike, li ber avahiya Konseya Ewrûpayê (KE) ya li bajarê Fransayê Strasbourgê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de parlamenterên Parlamena Ewrûpayê Momodou Malcolm Jallow, Roberto Rampi, Konstantinos Efstathiou, parlamentera meclîsa Federal a Elmanyayê Gokay Akbulut, parlamenterê HDP´ê yên berê Faysal Sariyildiz û Nursel Aydogan jî amade bûn. ji bilî çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasbourgê, Huseyîn Yildiz ê li bajarê Holandayê Den Haagê ketî greva birçîbûnê Mustafa Tuzak jî di nava beşdarên daxuyaniya çapemeniyê de bû.
Li ser navê çalakgerên 17´ê Kanûna 2018´an li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirî, Gulistan Çiya Îke daxuyanî da. Bi daxuyaniyê çalakgeran bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê (CPT) ya KE´yê kir, sozên xwe bigire. Çalakgeran bi bîr xist ku wan li ser sozên KE û CPT´yê dayî û soza ku misoger dikir, parêzerên Ocalan wê hefteyê du caran wî bibînin, wan dawî li çalakiya xwe aniye. Îke got, “Divê kirinên neinsanî yên li Girava Îmraliyê, siyaseta tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan, pê re siyaseta şantaj û êşkenceya tecrîdê bên bidawîkirin. Yên ku vê bikin jî Konseya ewrûpayê û CPT ne.”
CPT berpirsiyar e
Li ser miajra tecrîd û kirinên neinsanî de çalakgeran got CPT jî berpirsiyar e û wan daxuyaniya wiha dewam kir: “Ji ber ku me ev sazî weke berpirsiyarê yekê dît, me timî bang lê kir. Di dema greva me ya birçîbûnê de jî hem me û hem jî hevalên me yên di hepsan de û dîsa Leyla Guvenê bi xwe jî bang li CPT´yê kiribû ku tişta erkên wê li ser ferz dike bi cih bîne.”
Wan soz da me çalakî bi dawî kir
Di dewama daxuyaniyê de çalakgeran got, “Nexasim sekreteryaya CPT´yê -di hevîdtinan de - li ser mijarê gelek soz dan. Wê got, heger em dawî li çalakiyê bînin, ew ê bêhtir hewl bidin. jixwe, sedema bidawîkirina çalakiyê jî ev bû. yanî ji ber ku sozên Zaten eylemi bırakmamızın nedeni de buydu. Yani tüm kur ku saziyan hemûyan dayî, me çalakiya xwe bi dawî kir. Armanca greva birçîbûnê ew bû ku tecrîdê û kirinên neinsanî ji holê rake. Sozek dan me, me jî di encama vê sozê de greva birçîbûnê bi dawî kir.”
Erka CPT´yê ye ku tecrîdê rake
Çalakgeran got, CPT û KE´yê sozên xwe û erka xwe bi cih neanîne, ne li gorî qanûnan lê li gorî siyaseta navneteweyî helwêst diyar kirine: “Naxwe, dewleta Tirk wê tecrîda hişk ji holê rakira yan na, heger lazim bûye, li ser pêşniyaza CPT´yê ew ê ji KE´yê bihatana avêtin. Lê helwêsta ji ya xwe hat xwarê, hevnegirtî, bêpîvan a CPT´yê kir ku dewleta Tirk bi wêrekî sûcê li dijî însanetiyê dewam bike. Em eşkere vê dibêjin, CPT heger bixwaze, tecrîda li Îmraliyê di nava hefteyekê de wê bi dawî bibe. CPT bixwaze, li Girava Îmralî wê hevdîtin jî çêbe, kirinên neinsanî jî wê nebin.”
Piştî vê çalakgeran bang li CPT kir ku li gorî qanûnan erka xwe bi cih bîne û ji bo dawî li sîstema îşkencê ya Îmraliyê bê anîn bi erka xwe rabe.
Parlamenterê PE´yê yê Qibrisî Efstathiou rexne li bêdengiya navneteweyî ya beramberî tecrîdê girtin û got, ew bawer dike, doza miletê Kurd a heq wê bi ser keve.
Parlamenterê Îtalî Rampi jî got, “Abdullah Ocalan divê tavilê bê serbest kirin.”