Şengaliyan li dijî girtina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de li deriyê sînor kon veda û dest bi çalakiya nobetê kir.

Di 15’ê Kanûna 2018’an de korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de ji aliyê rayedarên Iraqê ve hatibû girtin. Li ser israra xelkê Şengalê û çalakiya nobetê ya li ber derî, rayedarên Iraqê bi awayekî fiîlî derî vekiribûn û soz dabûn gel ku derî wê vekirî bimîne. Lê rayedarên Iraqê soza ku dabûn gel pêk neanîn û careke din korîdor li ser gelê Şengalê girt.

Ji bo ku careke din korîdora mirovî ya navbera Şengalê û Rojava were vekirin doh gel li ber derî kom bûn û konê nobetê veda. Xelkê helwêsta hikûmeta Iraqê şermezar kir. Bi seden kes beşdarî çalakiyê bûn.

‘Ximzeta civaka Êzidî nake’

Piştî kon vedanê girseyê daxuyanî da. Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, Faris Herbû daxuyanî xwend û got: “Ev 4 sal in ku gelê me hemû pêdiviyên xwe yên mirovî bi vê rêyê dabîn dike. Niha hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Mûsilê ambargo danîne ser Şengalê. Girtina derî ti ximzeta civaka Êzidî nake. Weke civak baweriya me nayê di Mûsilê re ku DAIŞ‘ê xwe tê de bi rêxistin kiriye, em biçin û bên. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku demildest daxwazên civaka Êzidî pêk bîne” 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN