Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ku di hevdîtinên li Oslo´yê de cih girtibû diyar kir ku ji xetimandina pêvajoya Osloyê û neçareserkirina pirsgirêka Kurd hukûmeta Tirk berpirsyar e.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ku ew jî beşdarî hevdîtina li paytexta Norwec Osloyê ya di navbera PKK û dewleta Tirk de bûbû, ji servîsa Tirkî ya BBC re axivî û diyar kir ku weke aliyê PKK´ê her tiştê ku ketine serê milê wan kirine. Aydar diyar kir ku tevî vê yekê dewleta Tirk sozên xwe bi cih neanî, dest bi mijûlkirinê kir, bi awayekî ciddî nêzî pêvajoyê nebû, beyî agahîdariyê hevdîtin qut kir.

Di dema bêçalakitiyê de êrîş kirin

Aydar destnîşan kir ku hevdîtinên herî bi lez ên Osloyê di sala 2009 de pêk hatin û destnîşankir kur di dema ku PKK´ê biryara bêçalaktiyê dabû, girtinên ji doza KCK’ê dest pê kirin û vê bûyerê yekem car ziyan da hevdîtinên Osloyê. Aydar anî ziman ku bi vê yekê dewleta Tirk sozên hatine dayîn bin pê kir û weha axivî: "Aliyê din ku hevdîtin pêk anîbû, di vê mijarê de vîna xwe ya ji bo çareseriyê nîşan neda. Xwest tevgerê di nava bêçalaktiyê de bihêle û projeya xwe bixe dewrê."

Soza ji bo Xabûrê dabûn bi cih neanîn

Aydar destnîşîn kir ku dewletê di hevdîtinê de soz da ku wê koma endamên PKK´ê ya di 19’ê Cotmeha 2009´an de derbasî Tirkiyeyê bûbûn, neyêngirtin, lê soza xwe bi cih neanî. Aydar wiha axivî:"Ev kom weke ´koma aştiyê´ hate binavkirin û me şand. Li gorî soza ku dabûn wê kesek ji vê komê nehatiba girtin. Lê endamên wê komê niha di girtîgehan de ne. Dewlet soz dabû, wê tiştek nehata serê wan, lê dewletê heta niha soza xwe bi cih neaniye. " Aydar her weha bersiv da îdîayên ku dibêjin ‘pêşwazîkirina komê veguherî şowa PKK’ê û raya giştî nerehet bû’ jî û got: "Pêşwazîkirineke wiha tu kesê plan nekiribû! Gel diçû pêşwaziya aşitiyê. Cara yekem mirov bi peyamên aşitiyê û dihatin. Ew cara yekem bi awayekî fermî bi awayekî sax vedigeriyan cih û warên xwe, ne cenaze. Diviyabû her kes bi vê yekê keyfxweş bibûna. Digotin ‘ ew hatine ku teslîm bibin’, lê me wan mirovan ji bo peyama aşitiyê şand. "

Êrîşa li Ferqînê ne bi plan bû

Aydar diyar kir ku di vê pêvajoyê de ne aliyê PKK’ê şer û pevçûn daye destpêkirin û destnîşan kir ku di meha Nîsana 2011´an de li hemberî PKK’ê operasyon hatin destpêkirin, li Hatayê 7 gerîla, heta hilbijartina 12’ê Hezîrana 2011´an jî 56 gerîla jiyana xwe ji dest da, lê PKK’ê heta hilbijartinê jî tu çalakî li dar nexist. Aydar bersiv da îdîayên rayedarên Tirk ên ku dibêjin ji ber êrîşa 14’ê Tîrmeha 2011´an li Ferqînê pêk hat û tê de 14 leşker hatin kuştin hevdîtinên Oslo´yê qut bûne û weha got: "Di bûyera Farqînê de tu plansaziyek tune ye. Li wir di dema operasyonê de du hêz hatine dijberê hev. Li wir dibe leşker jî û dibe yên din jî bihata kuştin, lê rojên wiha kî beriya kî dest pê bike, ew encam digire."

Hevdîtina dawî li ser protokolên Ocalan pêk hat

Aydar da zanîn ku tevî vê yekê ji destpêka sala 2011´an ve Tirkiye li dijî PKK’ê bi Îran, Iraq û Sûriyeyê re peyman pêk anîn û vê yekê jî bandoreke neyenî li pêvajoyê kir. Li gorî Aydar, Îran di vê demê de ket Qendîlê, lê bin ket û Sûriye jî di nava pirsgirêkên xwe yên navxweyî de ma û ev rewş nehişt ku peymanên ev welat di navbera xwe de mor kirine bi ser kevin. Aydar da zanîn ku hevdîtina herî dawî li ser protokolên Gulana 2011´an yên ji aliyê Ocalan ve hatin amadekirin pêk hat û li ser vê yekê gotûbêj pêk hatin, lê tevî ku diviyabû dewleta Tirk di meha Hezîranê de bersiv bida vê yekê, bersiv neda. Aydar anî ziman ku PKK ji axaftinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên di kanalên televîzyonê de kir, hîn bû ku hevdîtin qut bûne û wiha axivî: "Di 9’ê Hezîranê de Swerokwezîrê Tirk Erdogan li Stenbolê beşdarî bernameyek ku ji aliyê 60 kalanên televîzyonan ve hate weşandin bû. Ji bo hilbijartinê sê roj mabûn. Di vê bernameyê de got ‘Abdullah Ocalan bûye serê vî welatî. Ger dema hat girtin bihata îdamkirin, ewqas tişt çênedibûn. Heta ku em li vir bin, em nahêlin ew ji wir derbikeve’. Di wê demê de şîroveya ‘beriya hilbijartinê ye Erdogan dixwaze dengên MHP’ê bigire. Lê me wê rojê bersiva xwe girt. Xetimîna hevdîtinan ji wir dest pê kir."

Yên hevdîtin eşkere dikin li dijî aştiyê ne

Aydar CHP di warê weşandina belgeyên hevdîtinê de rexne kir û diyar kir ku divê mirinan nekin amûrê berjewendiyên siyasî yên rojane. Aydar pêşniyara, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ya ‘Ger çekan deyne, bila hevdîtinan bikin’ jî weke nezaniyê nirxand. Aydar diyar kir ku ew riayetê veşartina hevdîtinên dema pêş dikin û da zanîn ku ger ev derkevin holê, berspirsyar kesên alîgirên şer, Cemeata Fetullah Gulen e.
Aydar wiha pê de çû: “Kesên van hevdîtinan eşkere dikin, ne alîgirê çaseriya bi dîalogê ne. Ya din jî li gorî nêrîna min pevçûnên di nav Cemeat û AKP’ê de bûn sedem. Cemeatê gelek sazî girtin dest, lê MÎT negirt dest. Ji bo ku MÎT’ê jî weke xwe ji nû ve birêxistin bikin, divê hinek sûcdar nîşan bida û bi hevkariya Dozgerê Rayeya Taybet wan bigire hundir. Ger di wê demê de ji aliyê hikûmetê de mudaxale nehata kirin, kesên gazî îfadeyê kirin niha di hundir de bûn.

´Ji bo hevdîtinên nû em amade ne´
Aydar ji bo pirsa; hûn ji bo hevdîtinên Osloyê dîsa amade ne?” jî weha bersîv da; “Belê. Girseya me ji bo aştiyê her tim amade ye. Me ji berê de girseya xwe li gorî vê amade kiriye. Em di wê baweriyê de ne ku ev teqez bi diyalogê tê çareserkirin. Di pêvajoya wê muzakereyê de dem bi dem pevçûn çêbûn, xitimandin pêk hatin. Lê di sala dawî de wendahî di her du aliyan de jî çêbû. Ev wendahiyên vî welatî ne. Ger ev pêvajo bidomiya ciwan nedimirin.”
Aydar anî ziman ku ger daxwaz ji wan bê kirin wê bê şert û merc li ser maseyê rûnin û wiha got: “Ev zêdetirî salek e ji Serok Apo agahî nayê girtin. Ger ew tune be, em biryarê bibin jî wê tengasî bên kişandin. Serok Apo gotibû: Ji bo ez di vî karî de rol bigirim divê şert û mercên min yên tenduristî, ewlehî û serbest bên berdan.’ Em li wir in.”

ANF/LONDON