Zimanên konferansê jî Kurdî û Almanî bûn. Cara yekan e ku konferansek navnetewî li Almanya bi zimanên Kurdî û Almanî pêkhat û simultane hat wergerandin.
Tenê ev yeka han serkeftinek mezin e. Êdî pisporên me yên hêja gihîştîne û dikarin simultan civîn û konferansan birêvabibin. Em jî dikarin niha şûnda bi serbilindî û serfirazî konferansên bi gelek zimanan lidarxin.
Werger, rûn, xwê û biharata gotar û axaftinan in. Ger werger baş nebe, tama civîn û konferansan jî nabe. Ji bilî, ji xeynî naveroka axaftinan, ev yeka han serkeftinek mezin û pîroz e. Bo hevalên Cengîzxan Hasso, Samî Ekici, Dr. Lokman Turgut û Reimar Heider hezar car spas û destxweş. Ew hûnermendên zimanan in. Dikarin bi hêsanî dilanê di navbera zimanan de bigerînin. Mabesta vê nivîsarê ne naveroka konferansê ye. Lê dîsa jî mîrov dikare bêje ku konferans bi gelemperî bi serfirazî derbaz bû. Dora 150 kes beşdarê konferansê bûn, ku di nav wan de şandeyên gelek balyozxaneyan, saziyên sivîl û ciwakî, dezgeh û weqfên aşitî û lêkolînan, gelek rojnamevan cih digrin.
Dîsa cihê şanazî û serbilindiyê ku ev konferansa dîrokî bi destên ciwanên Kurd ve hat organîzekirin. Temenên organîzator û çalakvanên me ji 20 heya 30 salî bûn. Konferans ji destpêkê haya dawî, ji A heya Z bi destên çalakvanên ciwan hat meşandin.
Ne tenê konferans, her wisa jî gelek hevditinên bi partî, dezgeh û wezareten Alman jî amade kirin. Birêzan Salih Muslim (Hevserokê PYD'ê) û Selahattin Demirtaş (Hevserokê BDP'ê) di bin rejiya wan çalakvanên ciwan hevditînên bi nirx pêkanîn.
Ev hemû jî tê wê watayê ku dem hatiye û dibore. Pêwist e em pêşiya ciwanên xwe, cewherên xwe vekin û baweriya xwe bi wan ve bînin. Ger wisa bû, ne tenê konferans û civîn, sazî û dezgehên me jî dikarin kar û xebatên gelek hêja bi serfirazî bibin serî û rola xwe bilîzin. Bo vê jî cesaretek sivîl û medenî, baweriyek xurt bi nifşên, generasyonên nû divê. Ger ev bû, ger gavên pêşîn hatin avêtin, dawî jî bi xwe tê.
Di nav kar û xebatê de ez însanek muhafazakar im. Li min wer tê ku, ger ez kar û xebatek ji serî heya dawî bi xwe organize nekim, li ser nesekinim, ev kar û xebat, baş derbas nabe û kemasî û kurtî wê gelek bin. Lê li Berlinê, di vê konferansê de min dît ku ev nêrîn û bawerî ne rast e.
Pêwîst e em rê bidin însanên me yên ciwan ku ew jî rola xwe bilêyîzin. Di vê konferansê de ciwanên me, cewherên me dersek gelek baş dan min. Ez bi wan çalakvan û aktorên ciwan gelek serbilind im. Ji serbilindbûna xwe, piştî konferansek bi rêk û pêk, min xwe ber da û bi dilek gelek rehet 3 birayên sar berda ser laşê xwe yê kal. Hezar car spas Derviş, Can, Mako, Gokay, Rênas, Eray û gelek heval û mêrxasên bênav!
Hezar car spas hûnermendên zimanan, kekên Cengîzxan, Samî, Lokman û Reimar!
Êdî dema teqawûtbûna me hatiye û derbas dibe. Ez bi xwe serbilind û bextewar im. Hêvî dikim ku spasiyên min bên qebûlkirin. Her bijîn û her şad û bextewar bin!
MEMO ŞAHÎN