Di 12’ê Adara 2004’an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê komkujiyek pêk hat. Di wê rojê de di navbera tîmên futbolê yên bi navê Fituwê û Cîhad de maç wê bihata lîstin. Lê derdorên nîjadperest û hêzên rejîmê ji berê de haziriyên êrîşê kiribûn. Nexasim ji gelek bajaran nîjadperest anîbûn bajar û hîn di saetên serê sibehê de hewldanên sorkirinê zêde kiribûn. Dema li stadyuma bajar a li taxa Siyahî maç destpê kir jî, piştî demeke kurt êrîşan destpê kirin.

Hêzên rejîmê jî li gel nîjadperestan êrîşî Kurdan kirin û deriyên stadyumê girtin da ku tu kes dernekeve derve. Di êrîşan de 29 Kurd bi giştî 52 kes hatin qetilkirin. Bi êrîşan re li bajar jî serhildan destpê kir. Her wiha pêla serhildanê li bajarên din ên herêmê jî belav bû. Di serhildanên ku heta Newrozê dom kirin de, bi hezaran kes birîndar bûn û ji 2 hezarî zêdetir Kurd hatin binçavkirin.


Nehatin jibîrkirin

Lê Kurdan ev komkujî qet jibîr nekir û têkoşîna xwe bilind tir kir. Serhildana ku wekî destpêkirina Şoreşa Rojava jî tê binavkirin bi şoreşê re gihîşt serkeftinê. Bi rizgarkirina bajarên Rojava re êdî dest bi mezinkirina bîranîna cangoriyan jî hate kirin. Yek ji cihên ku nayên jibîrkirin jî stadyuma ku komkujî pêk hatibû ye. Piştî ku stadyum ji destê rejîmê hate girtin, dest bi amadekariya jiyandina bîranîna cangoriyan jî hate kirin.

Di salvegera 11’an de navê stadyumê wê bê guhertin. Di roja bîranînê, ango di 12’ê Adarê de wê li stadyumê merasîmek bê lidarxistin û navê wê wekî Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê bê guhertin.

Bi munasebeta bîranînê, wê ji bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê jî tîma futbolê Amedspor jî were bajar û li stadyumê bi tîma Rojava re maçekê bilîze. 


 QAMIŞLO