Hozan Xemdar ji bo NÇÊ´yê dibêje, “Yek ji armancên avakirina NÇÊ´yê jî ew e ku em bikarin çand û kelepora civaka Êzdî ji asîmîlasyona têkbirin û dejenekirina bê pergal, biparêzin. Ji wê, divê em bingehê sazîyê û karên xwe xurt bikin.”

MURAT MANG / BIELEFELD

NÇÊ Cotmeha bihurî kongreya xwe ya yekê li dar xistibû û ji hunermendên Êzîdî re bû maleke xwe lê bigirin. Ji rêveberên wê û berdevkê wê Hozan Xemdar ji bo kar û xebatên NÇÊ´yî agahî dan rojnameya me û got, “Yek ji erkên NÇÊ´yê jî çêkirina yekîtiya Hunermendên Êzdî hemûyan û bi têgihîştineke nû, û hûrûkûr ketina nav lêkolînên Çanda gelê Kurd û xasma civaka Êzdî ye.” Hozan Xemdar waha devam kir. “Karê herî girîng jî zindîkirina klasîkên li Şengala pîroz weşartî ye. NÇÊ di warê hunerî de heta îro 2 berhem weke CD tomar kirine, li gel wê 8 klîp jî çêkirine.”

Me ji Hozan Xemdar re got, li seranserê Ewrûpayê hunermendên Êzîdî hene û jê pirsî, gello NÇÊ xwe gihandîye wan hûnermendan; wî jî wiha li me vegerand: “Nav û navnîşanên gelek hunermendan hatine tesbîtkirin. Hunermendên NÇÊ´yê li seranserî cîhanê bi navê saziya xwe tevlî bi sadan konseran dibin.”

Hem ayîn, hem huner û hem çand

Hozan Xemdar ji bo xebatên NÇÊ´yê terîf bike jî got, “Endamên NÇÊ´yê gelek beyt û stranên olî bi gelê Kurd dan naskirin. Di bin perê saziyê de gelek komên Folklore û muzikê hatine avakirin. Di şahî û cejnên civaka Êzdî de bi sadan car wek teknîk, hunermend, organîze û bendekariyên din wê xizmet kiriye. Navende Çanda Êzîdxanê di malên Êzdiyan de kursên folklor, tembûr û koroyên zarokan dide.”

Li gorî agahîyên Hozan Xemdar, li Elmanya bi giştî 7 û li Şengalê jî şaxekî wan ê xebatê yên NÇÊ´yê hene. Li Rojavayê Kurdistanê jî wek komisyonê xabetên çandê dimeşînin. Hozan Xemdar ji bo armanca NÇÊ´yê got, “Yek ji armancên avakirina NÇÊ´yê jî ew e ku em bikarin çand û kelepora civaka Êzdî ji asîmîlasyona têkbirin û dejenerkirina bê pergal, biparêzin. Ji wê, divê em bingehê sazîyê û karên xwe xurt bikin. Divê em bi têgîhîştina, çand bingehe bawerî û civakê ye, nêzîkî mijara birêxistinbûnê bibin. Heger çanda me bêt dejenerekirin, yan jî tinekirin, hingê nasname, dîrok û hebûna me têk diçe. Her wiha têkçûna nirxên di pêvajoya hezaran salan de ji giyan û têgihîştina pêşiyên me rengê xwe girtiye. Ev jî windabûna me û baweriya me ye. Ji bo ku ev hîmên bingehîn bên parastinê NÇÊ hat damezrandin. NÇÊ parazvana hemû asoyên Çanda Êzîdixanê ye.”

Li dijî dejenerekirin û asîmîlasyonê

Hozan Xemdar li hemberî tehlûkeya dejenerekirina çandê jî bang kir û got,  “Kedkarên çanda Kurdî, çanda Êzîdxanê, heger bixwazin bibin dilopek ji wê avê, bila bên tevlî me bibin. Divê em çanda xwe biparêzin. Tirsa me, dejenerekirina muzikê ye. Dejenerekirin pirr tehlûke ye. Ne xasim li Ewrûpayê. Li vir, stranên me yên rîtmik pirr hatine guhertin. Wek nimûne, stranê ku tempoye wê 70-80 ye, tempoya wê gihandine 120-150´î. Rîtma stranên ku kal û pirên me gowende giranî pê digerandin, kirine 150, kû êdî  mirov nikare li ber bireqise. Dansên me hatine guherandin. Melodîyên me hatine guherandin. Helbesta muzîkan guherandine. Elmanî, Ingilîzî, Kurdî tev li hev kirine. Bi taybetî jî komên dewatan wiha dikin. Divê ji bo wan xerabûna çandê, ciwakê, muzîkê, gowendê  xem be.”

NÇÊ encama rêûresma xwebirêxistinkirinê ye

“Palatforma Hunermendên Kurdên Êzdî (PHKÊ)” 21´ê Îlona 2008´an li Elmanya bajarê Bielefeldê bi têgihîştineke nû hatibû damezrandin. Hunermendên Êzîdî 27´ê Cotmeha 2019´an wek Navenda Çanda Êzîdxanê (NÇÊ) nav guherand û Kongra xwe ya 1´ê li dar xist. Endamê NÇÊ´yê Hozan Xemdar ji bo armanca NÇÊ´yê dibêje, “Peywira bingehîn ya NÇÊ´yê berî her tiştî ji bo parastine kelepûr, wêje û klasîkên weşandî û ji nû ve zindîkirina wan e.” NÇÊ halê hazir bi 55 endamên xwe xebatên xwe dimeşîne.