MIHEMED ATAC


Hefteya bihurî piştî rawestîneke demdirêj, di navê de pedagog, pisporên trawmayê, dersdarên zanîngehê û tercûman jî weke heyetekê me berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Piştî sefereke zehmet li rawestgeha xwe ya yekem Qamişloyê em li du beşan cihê bûn. 

Doktorê Tibê û mamosteyê zanîngehê Profesor Dr. Trabert ev cara diduyan bû diçû Rojava û vê carê aleta ultrasonê bi xwe re biribû da ku teslîmî nexweşxaneya Dêrikê bike. Wî digot, ew dixwaze balê bikşîne ser êrişên Tirkiyeyê bi ser Rojavayê Kurdistanê, raya giştî a cihanê û nexasim jî ya Elman der barê wê yekê de agahdar bike ku Tirkiye dixwaze vê herêma bi îstîqrar bêîstîqrar bike.

Koma din a heyetê ji terapîst û pipsorên trawmayê pêk dihat jî di çarçoveya bernameyên perwerdeyê yên Weqfa Jina Azad a Rojava (WJAR) û Komîteya Perwerde û Civakê (KPC) diyarkirî, li Qamişlo û Kobanê xebitîn.

Li Qamişlo û Kobanê koma me ya ji Hanau û Frankfurtê ders da qederê 50 kesên Kurd û Ereb li ser pedagojiya trawmayê.  

Beriya bi qederê du salan ev pêşniyaz li WJAR´ê hatibû kirin, lê belê hewldana çûna Kobanê par li Deriyê sînor ê Sêmalka hatibû astengkirin.

Perwerdeyên pedagojiya trawmayê di navbera 07-15´ê Haziranê de li Qamişlo û Kobanê pêk hatin. Beriya perwerdeyan metn hatibûn wergerandin.

Mamosteyên Kurd, Ereb, jin û mêr, ev cara pêşî bû ku hay ji rêbazên nû çêdibûn û ev cara yekê bû ku derbarê trawmeyê de perwerde dibûn. Vê yekê jî kela canê wan zêde dikir û ev yek weke rûkenî li ser dêmê wan venişe.

Nakokiya di navbera nû û kevin de

Komîteya Perwerdeyê mumkin kiribû ku mamosteyên beşdar, tevî pedagog û psîkologan bên Akademiya Şehîd Viyan Amara. Li wir li ser minaqeşe hatkirin ka mirov çawa dikare bi zarok û ciwanên ji ber şerî trawmatîzebûyî re bibe alîkar ku karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin, ka rêbazên çawa hene, helwêsta rast çi ye.

Mamosteyên beşdarî perwerdeyan bûn, îşaret bi wê yekê kirin ku ev rêbaz û sîstema kevin a perwerdeyê li hev nakin, li sîstema nû ya perwerdeyê dikare li wan bibane.

Ji pisporên trawmayê Thomas Lutz ev serdem û guherîn şiband serdema dawîhatina li desthilatdariya Hîtler û got, “Mamosteyên nû girîngî bi diyalogê didan, ji ber vê jî destpêkê cîdî nedihatin girtin. Destpêkê pêkanîna dsîplînê ji bo mamosteyên nû zehmet bû. Lê paşê hem mamosteyan, hem şagirtan û hem jî dê û bavan dît û ev fêdeyên wê bêhtir in. Nakokiya li Rojava ya di navbera Sîstema Demokratîk a Perwerdeyê û sîstema rejîma Esed de jî dişibe vê."

Li Kobanê hêlîneke zarokan "Keskesora Alan"

Komeleya Dostaniyê ya Frankfurt-Kobanê weke yek ji projeyên sereke daniye ber xwe ku destekê bide stara zarokên sêwî ya bi navê Alan Kurdî/Keskesora Alan ku hîna avakirina wê dewam dike. Weke heyet em çûn serdana avahîsaziya vê avahiya mezin a di ketina bajarê Kobanê de. Ev avahî li ser 5 hezar metreyên çarçik ava dibe, tê de dibisitan, hêlîn, baxçeyê zarokan, stara zarokan, perwerdeya pîşeyî wê hebin. Di dawiyê de 1000 zarok wê li vir vehewin. Lê belê ji ber ku alîkariyên madî têrê nekirine avahîsazî rawestiyabû. Me alîkariya madî ya bi xwe re anî teslîmê nûnera WJAR´ê Axîn Amed kir. Heta niha Komeleya Dostaniya Frankfurt-Kobanê 70 hezar euro alîkarî daye vê projeyê. Beşdarbûna vê projeyê em serfiraz kirin, lê hîna garantînekirina avakirina wê jî em xemgînm kirin.