
Hevserokê Giştî yê BDP’ê di civîna Koma BDP’ê de ronînekirina komkujiya Roboskê, nêzîkatiya makeqanûna nû, komkujiya karkeran û jahrîkirina zarokan a bi şîr rexne kir û xwest hikûmet rastiya xwe bibîne.
Hevesrokê Giştî yê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş di civîna koma BDP’ê de li ser mijarên rojevê rawestiya û helwesta AKP’ê ya li hemberî çareseriya pirsgirêkan rexne kir. Demîrtaş, anî ziman ku 134 roj di ser komkujiya Roboskê re derbas bû, lê hêj hesap nehatye pirsîn. Demîrtaş bang li hilbijêrên AKP’ê kir û ev tişt got: “Em bawer dikin ku kesên dengê xwe dane AKP’ê li hemberî vê komkujiyê wîjdanê wan bêdeng namîne. Lê AKP li hemberî vê yekê dîsa dibe hevparê vê komkujiyê û ser komkujiyê digire. Ji ber vê yekê dengê xwe bilind bikin û bêjin em vê komkujiyê qebûl nakin.”
Demîrtaş, anî ziman ku kesên bi wîjdanê xwe re rû bi rû dimînin êşê dikişînin û divê deng bidin wîjdanê xwe û li pey dengê wîjdanê xwe bimeşin. Demîrtaş, xwest hikûmet baş zanibe û fam bike ku ew dê Roboskê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin.
Operasyon siyasî ne
Demîrtaş, bal kişand ser operasyonên siyasî û wiha berdewam kir: “Disa di bin navê KCK’ê de operasyon berdewam dikin. Li Riha û gelek bajarên din hevserokên partiya me ya Rihayê jî hebûn gelek rêveberên me hatin binçavkirin. Ji berê de ferman hate dayîn û ji berê de hate plankirin. Kesên tên binçavkirin jî sedem û delîl tune. Bi hinceta tev li 8’ê Adarê û meşên demokratîk bûne tên girtin, binçavkirin siyasî ne. 3 salin hemû hevalên me rehin û esîr in. Li girtîgehan îşkence didome. Di odeyên 12 kesan de 30 kes dimîne. Li Girtîgeha Şakranê jinên girtî bi zorê tên tazîkirin. Me bi dehan caran ev yek ji wezareta dadê re got. Ev jî berdewama plana komkujiya siyasî ye. Operasyona ku ji Enqereyê ve tê meşandin siya xwe li girtîgehan dide der.”
Meşa azadiyê bi ser ket
Demîrtaş, anî ziman ku li gel 7 hezar hevalên wan girtîne jî faşîzm û AKP têk çûye û wiha berdewam kir: “Têkoşîna me ya azadiyê didome. Li gel 7 hezar hevalên me hatin girtin jî têkoşîna me ya azadiyê didome. AKP û faşîzmê winda kiriye.”
Makeqanûna nû
Demirtaş, bal kişand ser amadekariyên makeqanûna nû û wiha pêde çû: “Ji bo makeqanuna nû demokratîk be; divê azadiya ramanê pêk bê, operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin. Divê her kes karibin azad fikrên xwe bêjin.”
Demîrtaş destnîşan kir ku AKP çend akademîsyen peywirdar kiriye û dixwaze li gorî xwe makeqanûnê amade bike. Demîrtaş wiha pêde çû: “Daxwaz û pêşniyarên saziyên sivîl ên civakî û demokratîk li ber çavan nagire. Bi vî rengî makeqanûn demokratik nabe.”
Standartên navnetewî
Demîrtaş, bilêv kir ku makeqanûna ku statuyê, nasname, çand, ziman û mafê rêxistinê qebûl neke qebûl nakin û wiha axivî: “Meqanûna mafê laçik, bawerî, elewî, rengan qebûl neke em jî qebûl nakin. Makeqanûna ku demokrasiyê û rêgezên navneteweyî qebûl neke em jî qebûl nakin. Ev xetê me yên sor in.”
Demîrtaş, da zanîn ku heta niha tu hevdîtinê wan bi wezîr, parlamenter û hikûmetê re çênebûye û tu muzakere û diyalogê dest pê nekiriye.
Demîrtaş, anî ziman ku di sala 2011’an de 598 karker mirin û wiha dirêj kir: “Di serdema AKP’ê de 10 hezar û 972 karker di qezayê kar de mirin. Ev xuya dike ku AKP çiqas ewlehiya kareran naparêze.
‘Hûn qurbana dayikan bin’
Demîrtaş, li ser mertalên zindî û roja dayikan rawestiya û ev tişt got: “Em dîsa helwesta Serokwezîr Erdogan a li hemberî mertalên zindî şermezar dikin û dixwazin lêborîna xwe ji dayikan bixwazin. Dayikên me yên pîr bi wî temenê xwe diçin li pêş kuştina ciwanan dibin mertal, lê Serokwezîr Erdogan neheqiyê li wan dike. Hûn bi qurbana wan bin. Hefteya li pêş me roja dayikan e. Bi vê minasesetê ez dîsa roja hemû dayikan piroz dikim.”
DÎHA/ENQERE