Parlamenta Ewropa ya li paytexta Belçîka Brukselê, ji konferanseke bi mijara ‘Rojhilata Navîn û Êzîdî’ re mêvandarî kir. Konferans bi hevkariya, ji koma Sosyal Demokratan a Parlamentê Ana Gomes, HDP, Federasyona Komeleyên Êzîdiyan û Estîtuya Kurd a Brukselê ve hat organîzekirin.
Rayedarên hikûmeta Belçîkî, parlamenterên Parlamenta Ewropayê, nûnerên Başûrê Kurdistanê yên li Ewropayê jî di nav de nêzî 300 kesî konferans şopandin. Di konferansê de trajediya li Şengalê ya bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re destpê kir û rewşa Kurdên Êzîdî ya ketiye rojeva raya giştî ya navneteweyî, hatin nirxandin.
Konferansa ku Ana Gomes axaftina vekirinê kir, ji Koma Sosyal Demokratan Josef Weidenholzer jî moderatoriya wê kir. Di Konferansê de Hevserokê FKÊ Alî Atalan, Berpirsyarê FKÊ yê Têkililyên Derve Fîkret Îgrek, Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Eyup Dorû û Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Rîma Tuzun axivîn.
Divê ÊzîdÎ bibin xwedî statu
Parlamenter Gomes di axaftina xwe ya vekirina konferansê de, diyar kir ku lidarketina konferanseke bi vî rengî li Parlamenta Ewropayê girîng e. Gomes bibîr xist ku Êzîdiyatî yek ji baweriyên herî kevin ên Mezopotamyayê ye û got, “Jiyanek di bin siya vê ferasetê de nabe. Lewma divê li herêmê bibin xwedî statuyekê.”
Dibe ku Êzîdî tine bibin
Hevserokê FKÊ Alî Atalan jî, di axaftina xwe de bal kişand ser statuya Êzîdiyan û rêyên çareseriyê yên pirsgirêkên heyî. Atalan diyar kir ku bi êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê ya di 3’ê Tebaxê re fermana 73’an bi serê Êzîdiyan rabûye. Atalan got, “Niha 10 hezar Êzîdî li çiyayê Şengalê asê mane. Eger saziyên navneteweyî û hêzên xwedî bandor dest li rewşê wernedin, dibe ku Êzîdiyên ku yek ji civakên kevnare yên cîhanê ye, tine bibin. Lewma em banga çalakiya lezgîn dikin. Pêwîste hêzên navneteweyî tavilê dest li rewşê werdin.”
Atalan da xuyakirin, ku komkujiyên di tevahiya dîrokê de bi serê Êzîdiyan de hatine, bi destnîşankirina statuyek ji bo Êzîdiyan dikarin bi dawî bibin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Ji bo Êzîdî di rewşeke demokratîk û asayî de jiyaneke azad bijîn, statuyeke xweser di nava Kurdistanê de şert e. Civaka Êzîdî ancax bi vî rengî dikare bi awayekî azad û ewle bijî.”
Dîroka tije trajedî
Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya FKÊ Fîkret Îgrek jî, li ser dîroka Êzîdiyan û komkujiyên lê rast tên de, pêşkêşiyek kir.
Îgrek da zanîn ku dîroka Êzîdiyan dîroka qirkirin û trajediyê ye û diyar kir, baweriya herî kevin a Mezopotamyayê Êzîdiyatî xwe dispêre salên 7 hezarî yên Berî Mîladê. Îgrek da xuyakirin ku ev civaka baweriyê her tim li êrîşa Ereb, Acem û Osmaniyan rast hatiye û bibîr xist, ku zextên li Êzîdiyan tê kirin, di ragihandina Komara Tirkiyeyê de jî dewam kiriye.
Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Eyup Dorû jî, di mijara penaberên li Bakurê Kurdistanê de, berpirsyariyên Ewropayê bibîr xist. Dorû wiha got: “Niha bi sed hezaran Kurd, penaber in. Saziyên Kurdan li gorî derfetên xwe hewl didin çareseriyê peyda bikin. Dewleta Tirk alîkariyê nade. Bi tenê li ser penaberan siyasetê dike.”
Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Rîma Tuzun jî li ser rewşa polîtîk a Asûrî-Suryaniyan pêşkêşiyek kir.
Danezana encamê
Di Konferansa bi mijara “Rojhilata Navîn û Êzîdî” de hatin wergirtin ev in:
“ l Di serî de ji bo Êzîdiyên li Şengalê asê mane, ji bo hemû koçberên Êzîdî alîkariya lezgîn bê kirin.
* Ji bo rizgarkirin û azadkirina Êzîdiyên hatine revandin, hemû derfet bên seferberkirin.
* Ev komkujî weke qirkirinekê bê naskirin û kiryarên wê li dadgeha ceza ya navneteweyî werin darizandin.
* Ji bo rizgarkirina herêma Êzîdiyan Şengalê, hemû derfet werin bikaranîn û destek ji Yekîneyên Berxwedana Şengalê yên di nava Êzîdiyan de xwe birêxistin kirine re, bê dayîn.
* Ji bo Êzîdî li xaka xwe vegerin û binesazî ji nû ve bê amadekirin, Foneke Şengalê ya Navneteweyî were vekirin.
* Ji bo çareseriyeke siyasî ya wekhev û mayînde, di serî de Şengal herêmeke xweser a Êzîdiyan were avakirin û ev herêm di nava Herêma Kurdistanê de cih bigire.
* Ji bo gelê Asûrî-Suryanî bi awayekî demokratîk û ewle karibe bijî, daxwaza wan a xweseriyê bên destekkirin
* Yekîtiya Ewropa (YE) alîkariya li Bakurê Kurdistnê bike, bi rêya Yekîtiya Şaredariya GAP’ê bigihêjîne penaberan,”
ALÎ GULER/ANF/BRUKSEL