Prof. Norman Peach bûyerên li Rojhilata Navîn û li Suriyeyê nirxand û diyar kir ku êdî statuya Kurdan a 100 salan guherî û Kurd êdî aktorekî herêmê ne.
Pisporê têkiliyên navnetweyî û aşitîxwazê navdar ê cîhanê Prof. Norman Peach ku yek ji kesayetên ku Kurdan û pirsgirêka Kurd ji nêzîk ve dişopîne, rewşa Suriyeyê û bûyerên Rojhilata Navîn ji ANF´ê re nirxand.
Statuya Kurdan paş ve naçe
Zanyarê Alman bal kişand ser sekn û helwesta Kurdan a li hemberî krîza li Sûriyeyê û têkoşîna Kurdan û diyar kir ku sekna Kurdan di cîh de ye û hêjayî pîrozkirinê ye. Prof. Peach got; "Kurdan ji roja ku şer û pevçûn dest pê kir û vir ve li aliyê muxalîfan cih negirtin û pozîsyoneke baş ji xwe re girtin. Di heman demê de mafên ku bi salan nedikarîbûn di dema Esad de werbigirin, îro wergirtine."
Prof. Peach bidestxistina rêveberiyên bajaran a li Rojavayê Kurdistanê jî weke “biryarek di cîh de” bi nav kir û got; "Eger rejîma Esad hilweşe jî êdî stutuya Kurdan paş ve naçe. Kî li Sûriyeyê bibe serdest bila bibe, kîjan rêveberî be jî, neçar e ku destkeftiyên Kurdan qebûl bikin. Divê êdî cîhan weke Kurdistana Iraqê, ji rêveberiyek din a Kurdan re amade be."
Prof. Peach got ku Kurdan ji destpêkê ve gavên di cih de avêtine û pêngavên baş pêş xistine. Prof. Peach der barê helwesta DYA’yê de jî got; “Di rewşa niha de em nikarin bizanin bê wê DYA´yê li Rojavayê Kurdistanê pozîsyoneke çawa bigire. Lê niha xuya ye ku ji bo mudaxeleya Tirkiyeyê destûrê nade, ev ji bo Kurdan girîng e.”
'Divê qedexeya PKK’ê bê rakirin'
Prof. Norman Peach, der barê kampanyaya ku Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) li Almanyayê bi dirûşma “Bila nasnameya Kurdan li Almanyayê bê nasîn” daye destpêkirin û biryara derbarê kampanyayê de ku wê 15´ê Cotmehê de were nirxandin jî axivî. Peach piştgiriyek tam da vê kampanyaya Kurdan û anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rolek pir mezin dikeve ser milê Almanyayê.
Prof. Peach bal kişand ser israra Kurdan a ji bo kampanyayê û diyar kir ku ev yek pir girîng e û wiha dewam kir; “Li Almanyayê piştî Tirkan, penaberên herî zêde Kurd li Almanyayê dijîn. Heta niha Almanyayê mafê Kurdan nedaye, ev yek ji bo Almanyayê cihê şermê ye. Eger Almanya biryareke erênî ji bo Kurdan bide, ev yek wê ne tenê bandorê li zêdetirî milyonek Kurdên li Almanyayê, wê li Kurdên li Tirkiyeyê jî bike û wê pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê jî vebike."
Prof. Norman Peach xwest Almanya qanûna qedexekirina PKK’ê ya ji sala 1993’yê ve dimeşîne û bi vê yekê Kurdan krîmînalîze dike bê rakirin û got; “15’ê Cotmehê ji bo Almanyayê wê ezmûnek girîng be. Hêviya me ew e ku hukûmeta Alman bi awayeke cidî têvlî van daxwazên Kurdan bibe.”
ANF/BERLÎN