
Rêxistinên Girseyî yên Swîsreyê bangek hevpar kirin û gotin: “Ji bo pêşeroja gelê Rojhilata Navîn bila statuya Rojava bê nasîn û li ser Tirkiye, Siûdiyê û Qatar a ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê zextên dîplomatîk bên kirin.”
Bi pêşengiya Berdevkê Platfoma Gelên ku di Bin Gefan de ya Swîsreyê Chrîstîan Wîedmer, parlamenterê Keskan ê Kantona Bernê Haşîm Sancar, li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Omer Reşîtoglu danezek bi armanca ji raya gişyî ya navneteweyî û Swîsreyê re bê pêşkêşkirin hat amadekirin. Di danezana hat amadekirin de komeleyên cuda û rêxistinên girseyî yên demokratîk yên Swîsreyê jî mohra xwe lê dan.
Danezaya ku bi giştî 17 organîzasyonan îmzeya xwe avêtinê de hat gotin ku gelên Rojhilata Navîn di tehdîda terora DAIŞ’ê de dijîn û di serî de hikûmeta Swîsreyê divê hêzên navneteweyî li dijî DAIŞ’ê rola aktîf bilîzin. Hat gotin ku divê ji bo kesên ji ber DAIŞ’ê reviyane alîkarî bê dayîn û hat gotin di serî de Swîsre divê hêzên navneteweyî pergala Rojava bi awayekî qanûnî qebûl bikin.
Metna bangê
Bendewariyên ji hikûmeta federal a Swîsreyê, hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê di bin sê sernavan de hat rêzkirin;
Ji hikûmeta Swêdê bendewarî;
Divê bi welatên ku têkiliya wan bi DAIŞ’ê re heye siyaseta xwe a sînor bike;
Divê ji bo gelê ku ji ber DAIŞ’ê reviyane alîkarî bê dayîn û bên parastin;
Ji bo hevdîtinên aştiyê yên navbera Tirkiye û PKK’ê de bigihêjin asta fermî Swîsreya rola aktîf bilîze.
Ji bo jinên ku di şerê heyî de mexdûr bûne alîkarî bê dayîn, ji bo rêxistin û saziyên herêmî pitgirî bê dayîn.
Penaberên ji herêmê tên bên qebûlkirin.
Divê statuya Rojava bi awayekî fermî bê nasîn.
Ji Hêzên navneteweyî bendewarî:
Divê zext li Tirkiye, Siûdiyê û Qatar a ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê bikin û têkiliyên xwe yên bi wan re sînor bikin.
Divê bi her dewletên ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê re têkiliyên xwe sînor bikin. Ji bo petrola di destê DAIŞ’ê de bazarê nebîne, polîtîka bên pêşxistin.
Divê Komîseriya Bilind a Penaberên NY’ê (UNHCR), Bernameya Pêşvebirina NY’ê (UNDP), Fona Nifûsa NY’ê (UNFPA) bo alîkariyê bikevin nava tevgerê.
Divê piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û alîkariya mirovahî û leşkerî bê kirin.
Divê zextan li Tirkiyeyê bikin ku korîdora mirovahiyê veke.
Divê statuya Rojava ji bo pêşeroja gelê Rojhilata Navîn qebûl bikin.
Divê geşedanên li herêmê li ber çavan bê girtin û sûcdarên şer bên girtin û cezakirin.
Kesên ji şer reviyane divê wek penaber bên qebûlkirin û bên parastin.
Ji Tirkiyeyê bendewarî:
Divê alîkariyên ji bo DAIŞ’ê demildest bê bidawîkirin.
Sînorên ji DAIŞ’ê re hatine vekirin, bên girtin.
Divê ji bo vekirina korîdora alîkariyê destûr bê dayîn.
Divê Tirkiye dest ji dijminahiya li dijî bawariyên cuda berde û çareseriya demokratîk hilberîne.
Divê hevdîtinên bi PKK’ê re berdewam bike û bigihêje zemînek qanûnî.
Saziyên îmze avêtin bin metnê wiha ne: Platfoma Gelan a di Bin Tehdîdê de ya Swîsreyê - Christoph Wiedmer, Komeleyên Ermenî yên Swîsreyê - Vahé Nigolian, Komeleyên Entegre ya Penaberan a Swîsreyê - Verena Wicki, Hewldana Aştiyê ya Jinan a Swîsreyê - Lini Culetto, Komeleya Fikra Azad a Swîsreyê - Andreas Kyriacou, Sendîkaya Karkeran a Swîsreyê (UNIA) - Rita Schiavi
Komeleya Mafê Mirovan a Swîsreyê - Alex Sutter, Platfoma Aştî û Edeletê ya Swîsreyê - Wolfgang Burgstein, Komela Çanda Kurd-Tirk a Swîsreyê - Sadik Kolusari, Konseya Aştiyê ya Swîsreyê - Peter Weishaupt, Tora Transseksullên Swîsreyê - Henry Hohmann, Navenda Mafê Mirovan a Zagros ya Cenevreyê - Simone Bischof Lusti, Navenda Suryaniyan a Swîsreyê - Hulya Gabriel, Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Omer Reşîtoglu, Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistan Îran a Swîsreyê - Taimoor Aliass, Bethlehem Mission Immensee - Simone Bischof Lusti, Platforma Piştevaniya Xiristiyanên Navneteweyî - John Eibner.
SERKAN DEMÎREL /ANF/BERN