
Meşa dirêj a Êzîdiyan a bi navê “Statû ji bo Şengalê” ji Dusseldorfê dest pê kiribû, doh piştî 192 kîlometreyan gihişt Brukselê. Êzîdiyên ku li ber Konseya Ewrûpayê mîtîng li dar xistin, bang li saziyên Ewrûpayê kir da ku di warê statuya ji bo Şengalê de bi erka xwe rabin. Gelek parlementerên ji Ewrûpayê û nûnerên saziyan jî beşdarî mîtîngê bûn. Daxuyaniya li ser navê Êzidiyan ji aliyê Hevserokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek û Pêşîmam Ekrem Denîz ve hat xwendin.
‘Li Şengalê ferman didome’
Di daxuyaniya de êrîşa DAIŞ’ê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de hat bibîrxistin û hatin gotin, “Wê çaxê 11 hezar pêşmergeyên PDK’ê yên Şengalê li ber xwe nedan û civaka Êzîdî teslîmî DAIŞ’ê kirin. Piştî vê jî hêzên YPG û HPG’ê korîdorek vekirin û bi hezaran jin û zarokên Êzîdî ji qirkirinê rizgar kirin. Piştî hingê jî civaka Êzîdiyan biryara xwerêxistinbûnê da û dest bi xwerêveberiyê kir. Hêzên ku wê rojê Êzîdî bi tenê hiştin îro dixwazin Şengalê dagir bikin. Li gorî me ev tişt dûmahîka fermana 3’ê Tebaxa 2014’an e, ev xiyaneta duyemîn e ku li Êzîdiyan hatiye kirin. ‘Pêşmergeyên Roj’ ên ku hatine wê derê li gorî me çeteyên DAIŞ’ê ne. Xebatkarên MÎT’ê ne. Em ê axa bav û kalên xwe nedin îxanetkaran.”
Êzîdiyan bang li dewletên Ewrûpayê kir û diyar kirin ku, çekên ku Elmanyayê dabûn PDK’ê di 3’ê Adarê de li Xanesorê hatin bikaranîn û 7 kes bi van çekan hatin qetilkirin.
BRUKSEL