Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê bi wesîleya salvegera 5´an a êrişên qirrkirinê yên 3’ê Tebaxê, daxuyaniyek weşand û xwest, qirrkirin bê naskirin û statuya Şengalê bê qebûlkirin.
KCDK-E’yê destnîşan kir ku gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên YPG û YPJ’ê bi fedakariyeke mezin civaka Êzîdî ji çeteyên DAIŞ‘ê parastin û got, “Kurdên Êzîdî bi vî rengî xwe bi rêxistin kirin û mekanîzmayên çareserkirina pirsgirêkan afirandin. Mêtingeriya Tirk ku nekarî bi çeteyên DAIŞ’ê yên barbar encamekê wergire, bi taybetî Şengal gefê li tevahiya Kurdistanê dixwe û bi armanca dagirkeriyê tevdigere.” KCDK-E´yê qirrkirin şermezar kir û got, “Di serî de Neteweyên Yekbûyî em bang li saziyên navneteweyî û mirovahiyê dikin; divê statuya Şengalê ku ji bo Êzîdiyan pîroz e, bê naskirin û li dijî gefan bê parastin. Divê roja têkoşîna li dijî qirrkirina jinê bê ragihandin. Divê xwerêveberî û xweparastina gelê Şengalê bê qebûlkirin.” KCDK-E’yê ji bo çalakiyên 3’ê Tebaxê jî banga beşdariyê li her kesî kir.
BRUKSEL