Pisporê Rojhilata Navîn yê li Ewropayê ê navdar Prof. Dr. Udo Steînbach diyarkir ku eger plana Annan bisernekeve wê demê Tirkiye wê li ser sînorê Suriyeyê herama tampon ava bike. Prof. Steînbach diyar kir ku li pêşiya kurdan pêvajoyek gelek krîtîk heye û got: “Hem şansekî mezin, hem jî xetereyên mezin li benda kurdane.”
Prof. Dr. Udo Steinbach ku demek dirêj Serokatiya Enstutiya Rojhilat ya Elmanyayê kiriye, difikire ku plana Annan ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Suriyeyê bi kêrî tiştekî nayê. Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Steînbach ku ji ANF’ê re axivî got ku Esad bi muxalîfan re muzakereyan nake û li bendê ye ku li Suriyeyê rojên şer dijwartir bibe. Steînbach destnîşan kir ku wekî Iraqê ew bawer nake koalîsyonek navnetewî êrîşî Suriyeyê bike û wiha got: “Piştî agirbest bi dawî bibe wê demê Tirkiye wê însiyatîfê bigre dest û li ser sînor heremekî tampon ava bike. Ez di wê baweriyê de me ku hêzên rojavayî jî wê piştgirî bidin Tirkiyeyê.”


Divê partiyên kurdan bibin yek

Prof. Steînbach der barê eniya kurdan de jî nêrînên xwe anîn ziman û di vê mijarê de weha axivî: “Li gorî min divê hemû partiyên kurdan bibin yek. Ez bawer nakim ku weke Iraqê kurdên li Suriyeyê otonomiyekî bi dest bixin. Ev niha îhtîmalekî dûr e. Muxalîfan hîn tu soz nedane kurdan. Çi bibe jî wê Suriye disa bibe dewletekî ku navenda wê Şam e. Eger kurd îtifaqa xwe pêşve bibin wê destkeftiyên mezi bidestbixin.”


Pêvajoyeke xeter rû bide
Prof. Dr. Udo Steînbach diyar kir ku hem ji ber ku Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser nake, hem jî ji ber muxalefeta Suriyeyê ya nijadperesta Ereb, li pêşiya kurdên li Suriyeyê pêvajoyeke xeter heye. Steînbach di vê mijarê de weha got: „Eger kurd yekîtiya xwe bi hêz bikin û helwesteke zelal nîşan bidin ev dikare ji bo paşeroja kurdan bibe şansek jî. Lê îhtîmal heye ku rejîma nû ya li Şamê jî weke ya berê nijadperestiya Ereban bike.“

AKP beyî çareseriyê nikare bibe model

Prof. Steînbach der barê Tirkiyeyê de jî hin nirxandin kir, got ku AKP heta pirsgirêka kurda ya li Tirkiyeyê çareser neke ji bo heremê nikare bibe model. Prof. Steînbach destnîşan kir ku Tirkiye mafê gelên Kurd yên bingehîn nas nekiriye û weha axivî: „Weke li Tirkiyeyê, li welatên Ereban jî mafê hindekahiyan nehatiye dayîn. Jixwe li Tirkiye pirsgirêkeke kurd heye û  gelekî cîdî ye. Tirkiyeke ku demokratîk nebe û pirsgirêkên xwe çareser neke, ma wê li herêmê bibe model û mînaka çi?“

BERLÎN