Stêrk TV dest bi weşana asayî kir


Li kanalên televîzyonên yên Kurdan yeke din jî zêde bû. Stêrk TV ji 6’ê doh dest bi weşana xwe ya asayî dike, dibêje “Em li pey rastiyê ne”. Li gorî aghaiyên rayedarên Stêrk Tv dane, ev kanal ji sala 2009 ve weşana test dikir.
Rayedarên Stêrk TV bi daxuyaniyeke nivîskî gotin; “Televîzyona me dê pêşketin û bûyerên cûdahî, rengînî, dewlemendiyên çandê, yên li Kurdistan û cîhanê biîne ser ekranan.”
Stêrk TV dê di weşana xwe de bi bernameyên cûda, nûçe, aktuel, bûyerên rojane, hevpeyvîn û dosyayan nûçeyan û nûçeyên zindî rabigirîne. Televîzyona Kurdan dê bi her du zaravayên Kurmancî (Jorîn Jêrîn) û Tirkî weşanê bike.
Li gorî daxuyaniyê, TV dê serê sibê bi zimanên Kurdî û Tirkî demjimêr di 09.00 de bi bernameyên Rojev û Gundemê dest pê bike. Dê pêşketin û bûyerên li Kurdistan û cîhanê bi awayeke herî zindî bişewîne.
Her wiha, dê di weşana Stêrk TV de bernameyên cûda yên jin, zarok, ciwan, rengîniyên jiyanê, dewlemendiyên çandî bêne weşandin. Rêveberiya Sêrtk TV ragihand ku ew ê di dema pêş de weşana xwe dewlementir bikin. n ANF/BRUKSEL
Frekansên Weşanê
Nilsat
7º West (Rojava)
Frekans: 11354 V
Rêjeya Sembol : 27500
Fec: 5/6 -Fec: 3/4
Eurobird 9A
9º East
Frekans:11843 V
Rêjeya
Sembolê: 27500
