Helbestvan Îlhamî Ozer pirtûka xwe ya helbestan a bi navê “Avbanû û Tavbanû” ji çapxaneya Artshopê çap kir. Ozer, ku li navçeya Erxeniya Amedê ji dayik bû, jiyana wî bi zext, zordarî û sirgûnan derbas bû. Îlham Ozer di sala 1997’an de bi xwendina rojnameya Welat dest bi xwndin û nivîsandina Kurdî kir. Dîsa bi xêra Welat fêrî Kurdî bû. Ozer, piştî bi Kurdî dest bi nivîsandina helbestan kir, helbestê ku di destpêkê de nivîsandin di pirtûka bi navê Agirbanû û Axbanû de kom kirin. Ozer pirtûka duyemîn jî bi navê “Avbanû û Tavbanû” çap kir. Ozer, anî ziman ku cîhan li ser piyê roj, av, agir û axê ava bûye û ev çavkaniyên jiyanê ne. Ozer, bilêv kir ku pirtûka wî ya dawî ‘Tavbanû û Avbanû’ bêtir li ser îxanet, dostanî, hevaltî, mirovahî, hezkirin û şer hatiye nivîsandin. Ozer, bilêv kir ku wî li ser Kemal Pîr, Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş û yên din cuda cuda helbest nivîsandine.
Ozer, anî ziman ku di sala 1993’an de Serokê DEP’a navçeya Tarsusê bû û wemê li ser Kurdî hûr bû. Ozer, destîşan kir ku di sala 1997’an de bi xwendina rojnameya Welat fêrî Kurdî bû. Ozer, daxuyand ku heta niha pirtûkên bi navê ‘Agir Banû’, ‘Ax Banû’ çap kiriye û niha jî “Avbanû û Tavbanû çap kir.
‘Dixwazin ziman û çanda me têk bibin’ Ozer, diyar kir ku hemû serdest ji bo ziman, çand û naznameya Kurdî têk bibin di nava hewldanan dene. Ozer, anî ziman ku pergal li ser Kurdî polîtîkayên bêrûmetî û kêmxistinê dimeşînin. Ozer, da zanîn ku ligel vê yekê Kurdî di rojhilata navînd de zimanê herî zêde bi şewq e.
AYDIN YILDIZ - DÎHA-MÊRSÎN