DEM AGIRÎ/ ÇAMÇE*
Hîna wê ev axa pîroz maç bikirana û wê gundê xwe dîtibana. Hemzeyê pêlewan xwe ji tolê re deyindar dihesiband. Ew kenê hevalê Sîpan bû ku çemê Arasê bêdeng dikir û dibû pirek ji dile pak ê rêhevaltiyê re. Ma Birûsk nebû yê deste xwe dihejand. Ew çûn ji me re ala deste xwe hiştin û çikandina vê alê li lûtkeya çiyayan deynê stûyê me ye.Dîrokê her tim mirovên leheng afirandine. Di dîroka gelê me de jî yên wekî Egît, Erdal, Zîlan û Berîtan û bi hezaran şehîdên bi rûmet ji erdnîgariya Kurdistanê afirîn û ev erdnîgarî qehremanên bênav dihewîne.
Serheda dilbirîn gelek xort û ciwanên xwe dane vê axê. Di dilê gel de kulîlkên berfînê bûn. Şîn dibûn di binê keviyên berfê de. Serî radikirin ji bona jiyana vî gelî. Ciwan û zarokên heviya Ehmedê Xanê, wek çîroka Mem û Zînê evîneke bêhempa dijiyan. Ev ciwan li çiya û zozanan dibûn rêhevalên şiverêyan, berf, serma û seqemê… Dibûn bersiva evîna Ehmedê Xanê.Heval Berxwedan ewreke biharê bû û wê ewra jiyanê ji Xerzan berê xwe dida Serhedê. Rêheval Berxwedan Koçer di sala 1996’an de dest bi gerîlatiyê dike. Li Botan û Serhedê karê xwe dimeşîne. Naskirina me di 2006’an de li Tendurekê çêbû. Gava min ew dît, min moraleke mezin jê girt. Ew gerîla bû, di cihê xwe de nedisekinî û hevalekî pir hişyar bû. Ji xwe bawerekî wêrek bû. Ew sekna wî ya bi heybet ti carî serî neditewand. Rê û rêzikên gerîla her pêk dianî. Di meş û jiyana wargehê de her tim şiyar bû. Carinan mirov xwe bi xwe digot rêheval Berxwedan razaye, lê gava ku me dengekî biçûk jî derdixist pê re çavên xwe vedikirin. Wî ji şoreşê re hîç tawîz nedida.
Tahma rêwîtiyê di çayeke kelî de heye
Rojekê em li Geliyê Zîlan bûn. Em çend hevalên bi navê Ş.Berxwedan, Ş.Karker, Ş.Gabar (Koçer), Ş.Sîpan, Ş.Brûsk û çend hevalên din li gel hev bûn. Berdestê siharê em gihaştin qempê. Di nav qempê de keviyên berfê jî hebûn. Em li wir rawestiyan lê xewa me yekî jî nedihat. Cih zozan û derdor jî ripîrût bû. Ji boyî ku ti kes me nebîne, pêwîst bû beriya roj hilê me ava xwe bianiyana. Me ava xwe ji keviyên berfê peyde dikir. Çend şaşal û reşoyekî me hebû. Lê tiştekî ku em bişewitînin nebû. Ne gunî û ne jî kemre. Me reşo girtibû ji boyî em çayê çêkin. Lê me nedikarî serî bi sermayê re derxin. Tahma rêwîtiyê di çayeke kelî de heye lê çaya me jî çênedibû. Sisê an jî çar şevên me hebûn. Êdî roj hilabû û xewa kesî ji me nedihat. Ji boyî ti kes me nebîne em ji nav keviran dernediketin.
Dê ev çaydan zû bikele
Di wê navberê de Ş. Berxwedan çend bîranînên xwe ji me re vegotin. Bîranîna wî li ser çay çêkirinê bû. Di ber re jî digot; ‘‘Tahma gerîlatiyê hinekî jî di çêkirina çayê de ye’’ pê re jî; ‘‘Hûn jî dizanin ku me ev çaydan li ser pişta xwe ji Başûr hetanî hema wisa neaniye, ger em çayekê ji vî çaydanî venexwin qet nabe.’’
Bîranîneke xwe ya dî jî wisa dianî ziman; ‘‘Em li qada çaran, nêzî çiyayê Ellah û Ekber bûn. Dîsa ne gunî û ne jî kemre hebûn ango tiştekî ku em pê agirê xwe geş bikin nebû. Wê demê min şiveke hişk kir çar parçe. Pişt re min çewalekî naylon bi kêra xwe veçirand. Ew çewal li şivan pêça û bi sê keviran kuçikek çêkir. Çaydan tije av kir û danî ser kuçik. Agir bi naylonê li şivan pêçayî xist û bi vî awayî parçeyên şive jî şewitîn. Hemû hevalan gotiye; ‘‘Ew çaydan bi çar parçên şivikê dê çawa bikele?’’ Lê wî gotiye; ‘‘Ev naylon û parçeyên şivikê wê çaydan zû bikelîne. Ji ber ku min kuçik gelekî nizm kiriye û têhna êgir hemû li bine çaydan dide. Dê ev çaydan zû bikele û hetanî êvarê em bê çay namînin.’’
Dengê teqîna fîşekê tê
Şevê gava dimeşiya her tim çeka xwe di destê xwe de digirt. Nediavêt milê xwe. Ji bo pevçûnan her dem amade bû. Saet 12’ê şevê bû. Em ketibûn cihekî xetere. Gund û zomên cehşan bûn. Em bêdeng dimeşiyan. Ew li pêş bû ez jî li pey wî bûm. Em ketin nava newaleke biçûk. Ew beziya ez jî li pey wî beziyam. Çawa derkete ser lêva dolê dengê fîşengekê hat. Li hevalên din re qîrî û got; ‘‘Xwe biavêjin erdê’’. Her kesî xwe avêt erdê lê ez li ser şipiya mam. Paşî min jî xwe avêt erde.
Şivan ditirsiya lê gava çû digirî
Wê şeve em li dolekê man. Li derdora me bi tenê majyak ango qirşik hebûn. Heyanî evarê em di nav wê dolê de man. Şivanek sibehê heyanî evarî li derdora me diçû û dihat lê em nedîtin. Lê şivanekî din keriya pêzê xwe wenda kiribû û li keriya xwe digeriya. Berêvarê bi rasthatinî ber bi me ve dihat. Me xwe baş veşartibû. Zilam hetanî ser serê me jî hatibû. Ş. Berxwedan rabû û pêşwazî li zilêm kir. Jê re got rûne, zilam rûnişt û lê ketibû şoqê. Nedizanî çi dibêje. Ş. Berxwedan ew teselî kir. Zilam piçek bi ser hişe xwe ve hat. Lê dîsa ditirsiya. Ş. Berxwedan riha xwe berdabû û baş dirêj bû, ji ber vê jî zilam jê pir ditirsiya. Paşî Ş. Berxwedan me bi şivan re dan nasîn. Zilam hêdî hêdî bi ser xwe ve hat. Me zilam li cem xwe hişt heyanî tarî baş kete erdê pişt re jî me şivan berda. Zilam dema ji me veqetiya giriya û bi vî awayî ji me dûr ket.
Di ber destê sibehekê de dor li me girtin
Gava em li ser rêyan bûn ji me re behsa birîndariya xwe kir. Di 7’ê Tîrmeha sala 1998’an de li Sînekê ketibûn nav şerî û wî bi xwe wiha qala vê rojê dikir:‘‘Em li
qampê bûn. Dijmin berdestê sibê derdora pêça bû. Bi tang û panzêran ve bi ser me ve dihatin. Di ber destê sibê de şer dest pê kir. Li cihê ku em lê bûn kevir, qûçek(qelaç) hebû. Ev qûç li hawirdora xwe cihê herî serwer bû. Bi hêsanî me çeperên xwe girtin. Di pevçûnê de du hevalên me şehit ketin. Hevalê Nûman Amed û hevalê Akîfê ji Başûrê biçûk bû. Ji bilî vê sê heval jî birîndar bûn. Ez ji ling û pişta xwe ve birîndar bûbûm. Dema tarî ket min xwe ji cihê pevçûnê dûr xist. Roja dîtir, dijmin hatibû hetanî nêzî min. Heta êvarê li ber min çûn û hatin lê ez nedîtim. Hevalên din, birîndarên me biribûn û ez ji wan veqetiyabûm. Nikaribûm li ser linge xwe bimeşim ji ber vê jî min xwe li erdê dikişkişand. Bi giştî du rojan wisa li ser zik min xwe kişkişand. Piştî du rojan min xwe gihand zomekê. Yên li wir li min xwedî derketin û birînên min derman kirin. Piştî mehekê ez bi ser xwe ve hatim û min gelekî bêriya rêhevalên xwe kiribû. Lê min hay jê nîn bû ku, dijmin gotiye me PKK’yîyekî bi birîndarî girtiye û her roj em bi xwe re digerînin. Ev kesê di deste me de her kesî dinase û wê navê we hemûyan ji me re bêje. Ji ber vê yekê gundî ditirsiyan û ji hevalan aciz bûbûn. Gotegot belav dikirinEw zoma ku ez lê bûm, mirovên li wir jî dixwestin rojek berî rojekê ez baş bibim û ji gel wan biçim. Hevalên me di destpêkê de ji van gotinên dijmin bawer nedikirin. Lê piştî agahiyekê din negirtibûn êdî wan jî ji van gotinan bawer dikirin. Lê hîna jî min nikaribû xwe li ser lingan bigirim. Ne darek û ne jî gopalek hebû. Ji neçarî min qarnasa xwe ji xwe re kiribû gopal. Paşî min ji wê zomê xatir xwest û ez ji wir dûr ketim. Ez ketim rê û ez li hevalan digeriyam. Ez difikirîm, gelo ezê hevalan li kû bibînim. Min berê xwe da Sînekê berêvarê bû û min xwe nezî zomekê kir. Ez çûm zomê ji min bawer nekirin. Gotin em hevalan nas nakin qet nehatine vir. Dema ku min xwest derheqê hevalan de ji wan agahî bigirim gotin hinek mirov tên. Min ji wan pirsî ew kîne? Gotim em nas nakin. Min xwe da kêlekê ku çi bibinim, heval ber bi malê ve dihatin. Xwediyê malê çû wan pêşwazî bike.
Wê carê jî me hevdû sax dîtibû
Hîn wan ti tiştek fêm nekir min qîr kir û ji keyfa min xwe avête hevalan. Min ew hemêz kirin. Heval matmayî bûn lê dema min ew hemêz kirin ew jî neçar man û ez wan jî ez hembêz kirim. Hevalan pêşî bi balkêşî li rûyê min nêrîn. Dest dan guhê min ku bê ka hatine jêkirin an na. Pişt re hevalan fêm kir ku di derheqê min de tiştên ku dijmin belav kirine giş derew in. Bi wê kêfxweşiyê em çûn cem hevalên din jî. Çawa hevalan got hevalê Berxwedan hat, hevalê Yaşar û hevalê Delîl jî ji çeperê derketin, ew jî gelekî kêfxweş bûn. Wê carê jî me hevdû sax dîtibû. Ji ber wê jî ez pir hestiyar dibim.’’ Dema ku rêheval Berxwedan bîranînên xwe dianî ziman te digot qey ji nû ve wan dijî. Niha her sê heval jî şehîd ketine.
Di dile wan de bû rakirina ala pîroz
Yên zindî mane jî em in. Ew bîranîna zindî mirov dibe demên kûr û dûr. Mirov bi hevalê Berxwedan re her tim zindî bû. Bi mirovî digirt, ew dibir, dixist nav deryaya jiyanê. Her behsa bîranînên xwe dikir û hevalên pê re jî dibûn kesayetên di nav wan bîranînan de. Rêwîtiya bi rêheval Ş. Berxwedan re pir xweş û bi tahm bû. Me jî dixwest em bi te re bibin Hemze, Şoreş, Birûsk û me jî xwest ku bibin şervanên te. Li benda te ye hevalê Seyfî bi hesreta dîtina Çaran, Şoreş bi hesreta dîtina warê bav û kalan. Hevalê Şoreş hîna wê vê axa pîroz maç bikirana û wê gundê xwe dîtibana. Hemzeyê pêlewan xwe ji tolê re deyindar dihesiband. Ew kenê hevalê Sîpan bû ku çemê Arasê bêdeng dikir û dibû pirek ji dile pak ê rêhevaltiyê re. Ma Birûsk nebû yê deste xwe dihejand. Û digot ne tenê niha piştî xwe jî ava bikin. Pênc hêvî bûn avek û xwe ji çemê Sîdar bi xuşînî berdan nav çemê Arasê. Her tim di dile wan de bû rakirina ala pîroz û li ser serê çiyayê Allah û Ekberê çikandina wê. Ma ne şehîdan digot; li ser gora me dile gelê me heye û bo vê jî em dilaram in.
Dilê te bikufilê xayîntiyê
Sala 2008’an hevalê Berxwedan û çend hevalê xwe wê ji Çemçê derbasî herêma Çaran bibûna. Hevalên me ji boyî Arasê derbas bikin, diçin cihekî nêzî Qaqizmanê. Lê her pênc heval jî di 20’ê Avrêla 2008’an de di encama komployekê de dikevin nava şerî. Rêheval Berxwedan hetanî êvarê li ber xwe dide û ji ber ku hevalên dinê şehîd ketine ew jî paşvekişînê ji xwe re qebûl nake û hetanî fîşenga xwe ya dawî şer dike. Pişt re bi qehremanî tevlî karwana şehîdan dibe. Pêkanîna hêvî û xwestekên Ş. Berxwedan, Ş.Hemze, Ş.Birûsk, Ş. Sîpan û Ş. Şoreş erka me ye. Ji me re ala deste xwe hiştin û vê alê li lûtkeya çiyayan çikandin deynê stûyê me ye.
* Ev nivîs di Sibata 2010 de hatiye nivîsîn û ji malpera înternetê ya Hêzên Parastina Gel hatiye girtin.