BERHEM LETÎF / SILÊMANÎ / ROJNEWS

Mihemed Mamlê ev 20 sal in ku ji nav me bar kiriye, lê berhemên hunerî yên bi navê Mamlê hîn zindî ne û bûne semboleke hunerê resen ê Kurdewarî û awazên Kurdî.

Dengê wî xizmeteke mezin ji bo hunerê Kurdî kiriye. Xwedî sedan stran û awazan e. Stran û awazên Mamlê li nava hunerê Kurdî de xwedî cihekî xwe yê taybet e. Pirraniya Kurdan guhdarî li dengê wî kirine.

Mihemed Seîd Elî bi nasnav Mihemedê Mamlê sala 1925’an li Taxa Xirê a bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbatekî hunermend ji dayik dibe. Mamlê di nava malbatê de kesê herî dengxweş bû û wisa jî dihat naskirin.

Di serdama Komara Mehabadê de bi stran û srûdên xwe yên nazenîn, tê naskirin. Miehemed Mamlê ji ber kar û barê kurdayetiyê gelek caran tê girtin û di zindanan de maye.

Hunermendekî welatparêz

Ew, yek ji pêşmergeyên Komara Kurdistanê bû sala 1946´an. Ew 29’ê Sibata 1948’an ji ber ku helbesteke bi navûdeng a Hejar Mukriyanî kir stran, hatibû girtin.

Dr. Abdurehman Qasimlo jî wiha pesnê Mamlê dida: “Kak Mamlê hunermendekî mezin ê siyasî yê Kurd e, ji ber ku timî li gel rabûn û ketinê şareza ye.”

7 kur û 2 keçên Mamlê hebûn. Di jiyana civakî de Mamlê kesekî xizimdost û dilsoz bû. Necat Mamlê ku yek ji kurên Mihemed Mamlê bû, li gel hejmarek ciwanên din ji ber sûcê ‘Kurdbûnê’ sala 1982’an ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin. Bidarvekirina Necat gelekî bandorê li Mamlê dike û ew yekê ji stranên xwe bi navê ‘Zemane’ ji bo kurê xwe dibêje, “Felek zor bêwefa bû ji min stand’.

328 stran tomar kirine

Yek ji stranên deriyê huner ji Mamlê re vekirî, strana ‘Royî bi cihêyî hiştim’ bû ku di sala 1938’an de wî tomar kiribû. Li gorî çavkaniyên dîrokê di nava 57 salên jiyana hunerî de wî nêzî 328 stran tomar kirine.

Mamlê di sala 1963’an de çûye bajarokê Qaledizê yê ser bi Îdareya Raperîn ya Başûrê Kurdistanê û li wir çend şahî li dar xistine. Piştre çûye bajarê Silêmaniyê û li wir jî beşdarî çend şahiyan bûye.

Stranên Tayer Tofîq, Elî Meran, Seîd Elî Esxer Kurdistanî, Mihemed Arif û Tehsîn Tahar ên herî bi dilê Mamlê bûn. Ji helbestan jî, helbestên, Wefayî, Silêmanî Şawanele, Marif Axa, Goran, Hejar Mukiryanî û Hêmîn Mukiryanî bûn. Helbestên wan di nava gelek stranên xwe de bi kar jî anîne.

Strana dawî 1994´an tomar kir

Mamlê di sala 1994’an de strana herî dawî tomar kir. Ji wê salê ve êdî bi nexweşiyeke giran ket. Nexweşiyê nehişt dengê xwe tomar bike. Piştî 5 salan Mamlê di 74 saliya xwe de, roja 23’yê Çileya sala 1999’an piştî nîvrojê, li bajarê Mehabadê yê Rojhilata Kurdistanê koça dawî kir û xatir xwest. Mamlê li goristana Mehabadê ya bi navê Bûdak Sultan hate definkirin.

Hunermend Enwer Qeredaxî li ser Mamlê dibêje; “Mamosta Mihemed Mamlê, bi hestên xwe yên ciwan û dengê xwe wiha kir ku biçe nava dilê her kesî. Lewma dengê wî yê aza ji bîra me wê neçe. Mamlê xemxurê hunerê Kurdîbû.”